Êvara duhî, roja sêşemê, şanda gelê Sûriyê yekemîn civîn digel şanderê navdewletî Dîmestora pêkanî, ku pêre behsa astengîkirina rêjîmê ji cêbicêkirina biryara rawestandina karên dijmikarî û behsa başkirina baredoxên mirovî hat kirin, herwek ku di tekesta biryara 2254an de hatiye.
Cîgîrê serokê şanda danustandinkar Corc Sebra, diyar kir ku şanda şoreşê şirovekirinek têr û tesel ji binpêkirinên rêjîma Esed û hevalbendên wê re li çaxê agirbestê pêşkêş kir, û tevî astengiyên rêjîm têxe li pêş gihandina alîkariyên mirovî bo hin navçeyan, û bi taybetî li bajarê Dareya yê ser bi gundewarê Şamê ve, tevî necêbicêkirina birga girêdayî bi serbestberdana girtiyan ya der barê serbestkirina jin û zarokan destpê dike.
Sebra amaje kir ku şanda navhatî dîtina xwe derbarê piroseya veguhestina siyasî ligor deqa daxuyaniya Jinêv û biryara 2245 pêşkêş kir, û balkişand ku ew dîtin di koka xwe de li ser dirustkirina desteyeke fermanraniya veguhêz ya bi tevahiya desthilatên cêbicêkirinê ligor sazana pevguhor ava dibe.
Sebra got ku di hevdîtinê, hemû xuleke bêdeng li ser canê şehîdan rawestiyan bi helkefta derbasbûna pêncemîn sal li ser destpêkirina şoreşa Sûriyê, û ev yek bi serkeftinekê bo gelê Sûriyê da zanîn, ku hêzên Esrd û sercem mîlîşên tayîfeperist yên biyanî û hêz û dewletên hevalbendên rêjîmê nikarîn milet serkut bikin, û nikarîn xetîra şoreşa azadî û şerefemendiyê vemrînin, ku niha em çarenivîsa Bişar Esed di rojeva NY de gengeşe dikin, lê gelê Sûriyê ew xudanê paşeroja xwe ye û xudanê biryar û çarenivîsa xwe ye tevî hemû dijberî û astengiyan.
Jêder: Hevbendî