Toreya Sûriyê ya mafê mirovan îro raportek derxist tê de hemû zêdegavî û binpêkirin û tawankariyên hêzên Rûsî ji destpêka dijminkariyê li ser Sûriyê di 30.09.2015an, heta çaxê destpêka vekêşana bşê bingehîn ji wan di 15.03.2016an belgeh kirine. Û nîşan daye ko ew kêmtirîn asta belgehkirina ku karîbûn bikin, û ne hemî tawankariyên çêbûne belgeh kirine.
Û rêjeya 85% ji êrîşên Hêzên Rûsya li ser deverên sivîlan bûn, û ev dever hemû yên di bin kontrola artêşa azad de ne. ji encama van êrîşan 1984 sivîl şehîd ketin ji nav wan 443 zarok û 286 jin û 11 kadirên bijîşkî û 5 rahêner in.
Her wiha Toreyê 106 kuştarên ko hêzên Rûsî kirine û hejmara mezin ji wan kuştaran di kanûna2 ya 2016an de pêk hatine, di wan kuştara 1442 kes şehîd ketine, ji nav wan 382 zarok û 198 jin, anko rêjeya 40% ji qurbaniyan Jin û zarok bûn.
Raportê diyar kir ku Hêzên Rûsî bi berfirehî çekên Goşî bikar anîne, raportê ne kêmî 43 êrîşên bi çekên Goşî belgeh kirine.
Raportê ne kêmî 235 bûyerên wêrankirina avahî û cîhên zindîdar, ji wan 52 navendên bijîşkî”turumbêlên hawarhatinê û avahiyên bijîşkiyê” û 47 navendên zindîdar yên Olî, 65 avahî û bargeh 47 ji navendên zindîdar yên perwerdeyê, û 25 çarçoveyên niştecihan û 2 navendên zindîdar yên çandeyî û 5 kampên penaberan, 1 nîşandekên mirovî yên taybet bûn.
Jêder: Hevbendî