Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Enes Elebde got: Fîdiraliyet nayê wateya dabeşkirinê lê berevajî ew bi wateya Yekîtiyê ye, û hene yên ko dixwazin Fîdraliyetê bi dabeşkirinê ve girêbidin, û ev ne rast e, lê belê ew cûreyek ji nenavendiya siyasî ye.
Serokê Hevbendiyê di gotûbêjeke taybet de digel Rûdaw, tekez kir ko Hevbendî bi Nenavendiya Rêvebirinî re ye, lê belê Encûmenda Niştimanî Kurdî dibêje çareseriya Fîdralî ya Yekgirtî, ew çaktirîn çareya Sûriya Paşerojê ye.
Elebde berdewam kir”ji hemerengiya di nava Hevbendiyê de, em hemû nerînan di çarçoveya yekîtiya Sûriyê dipejirînin, û gava Encûmena Niştimanî Kurdî doza Fîdraliyetê dike, ne li ser têgeha dabeşkirinê ye, ev babet gerek ji miletê Sûrî re bête pêşkêşkirin, û gerek em demê bidin hemûyan ji bo pirojeyên xwe pêşkêş bikin, û milet li dawiyê ew dê biryarê bide. Şoreşê dest pê kir da milet ew biryara çarenivîsa xwe bide, eger Çareseriya Fîdralî bijart, bila ew be.”
Di derbarê Nûnerîtiya Kurdan di Cinêvê 3 de, Serokê Hevbendiyê got” Aliyekî resen heye ew nûnerîtiya armancên Kurdan li Sûriyê dike, ew jî Encûmena Niştimanî Kurdî ye, û ew di Cinêvê de beşdar e, û ji aliyekî dî ve Buseyna Şaban û her wiha Beşar Elcaferî dibêjin; ew hevrêzkariyê digel Partiya Yekîtiya Dîmuqrat de dikin, êdî ew dikare di Şandeya Rêjîmê de beşdar bibe, û eger mijara kontrolkirina xakê ew pîvan be, DAIŞ jî gelek ji xaka Sûriyê kontrol dike, û her wiha Cebhet Elnesra jî, gelo divê ew jî ji bo Cinêvê bêne vexwendin, babet ne wisa tête pîvan lê belê bê kî nûnerîtiya pêkhatiyên miletê Sûrî dike. ”
Di derbarê amanckirina Sivîlan li Şêx Meqsûd li Helebê, ko bi dehan hatin kuştin, bi sedema hin alayên leşkerî ko li ser Opozisyonê têtin hejmartin ew topbaran kirin, Elebde diyar kir ko “Şêx Meqsûd ji herêmên aram bû ligor deverên din, çimkî ew neketibû ber bombebarana firokên rêjîmê, ji ber vê yekê penagehek bû ji bo bi dehên sivêlan, û ji wan jî Kurd û Ereb û pêkhatiyên din, em amanckirina sivîlan li kû be pirotesto dikin, her wiha gerek PYD sivîlan wek mertal bikar neyine, û Artêşa Azad amanc neke, em amanckirina sivîlan ji aliyê hin hêzên opozisyonê ve pirotesto dikin, û her wiha em bikaranîna sivîlan ji aliyê PYD ve wek mertal ji bo bidestxistina amancine leşkerî pirotesto dikin.”
Jêder: Rûdaw