Navenda “Jinên Xûta Ya Rahênan Û Xwe-Avakirinê”,ya bi ser Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûrî ve li Xûta Rojhilat, bi hevkariya encumana xwecihî ya taxa Cober ya Şamê, bi helmeteke çandina daran li bajarê Cober û Eyn Terma û Heza û Zemelka rabûn, di nav çalakiyên bîranîna pêncemîn ya vêketina şoreşa Sûrî ya gewre de.
Xelkên wan deveran 60 darên zeytûnan û 50 darên mişmişan çandin, û wek karekî “Sîmbolî”, wan xelkan dareke zeytûnê li bajarê Zemelka yê li Xûta, li heman cihê ketina mûşeka Esed ya kîmawî, ya ku bi ser Xûta de hatibû avêtin, di komelkujiya kîmawî de ya 21/8/2013, ya ku 1500 sivîl kirin qurbanî.
Mihemed Xêr Elwezîr, endamê hevbendiya Niştimanî ya Sûrî got: bûrîna 5 salan di ser şoreşa Sûrî re, hêza viyana gelê Sûriyê bi giştî û Xûta bi taybetî ji bo berdewamkirina şoreşê xurttir kir, ta bicihanîna tevaya armancan, û ruxandina rêjîma Esed ya tewankar û da gelê Sûriyê berê xwe bide dewleta azadî û rûmet û dadweriyê.
Elwezîr weha jî got: sûrî weha ne,ji jiyanê hezdikin, û bersiva hovîtî û terorîstiya rêjîma Esed bi çandina Dar û gulan dibin, ji ber ku ew sîmbola jiyanê û viyana xêrê ne ji welatê me Sûriya û nifşên wê yên siberojê re.
Jêder: Hevbendî