Şanda Hevbendiya Niştimanî li gel Şêwirmendê Wezîrê Derve yê Fransayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa Bruno da Silva û tîma wî ya kar civiya, û pêşhatên dawîn yên rewşa bakurê rojavayê Sûriyê û rêyên rawestandina dijminkarî û gurkirina leşkerî li ser Idlibê û gundewarên Helebê gotûbêj kirin.
Û Şande bi Serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra bû, û bi beşdariya Cîgirên Serok Ebdulmejîd Berekat, Dîma Mûsa, û Hevrêzkarê Ofîsa Pêwendiyên Derve Ebdilehed Istêfo, û endamê Desteya Siyasî Zuhêr Mihemed, û Nûnerê Hevbendiyê li Fransa Nûr Eldîn Ellebad.
Û Şanda Hevbendiya Niştimanî ji Fransayê xwest ku karînên xwe bi kar bîne ji bo lidarxistina civînekê di Encumena Ewlekariyê de, da ku rewşên metirsîdar gengeşe bikin, her wiha behsa astengiyên li pêşiya pirosesa siyasî ya bi sponseriya Netewên Yekbûyî li Cinêvê, û rêyên tên xwestin bo kartêkerkirina pêngavan bikin.
Û Herdu aliyan behsa derdeseriyên penaberan li dewletên derdor û pêwîstiya danîna mîkanîzmayên dabînkirina mafên wan kirin, û giringî dan rewşa penaberên li Libnanê yên ku rastî astengiyên rojane tên.
Û Şanda Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji Hikûmeta Firansayê xwest ku hewlên xwe yên qenc bikar bînin ji bo fişarê li Hikûmeta Libnanê bike, da ku helmetên li dijî penaberan rawestîne, ji ber ku jiyana bidehên hezaran ji penaberên Sûrî li Libnanê di metirsiyê de ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî