Şanda Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê li Brukselê ya bi serokatiya Serokê Hevbendiyê Abdul Rehman Mistefa, çend civînên giring di çarçoveya geşteke Ewropayî de li paytexta Belcîkayê pêkanîn, hevdem ligel lidarxistina sêyemîn konferansa Brukselê ya ji bo “piştgiriya paşeroja Sûriyê û herêmê”, ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê û Netewên Yekbûyî tê rêxistinkirin.
Şanda Hevbendiya Niştimanî di dema du rojan de, ligel nûnerê taybet yê Wezareta Derve ya Amerîka ji bo Sûriyê, James Jeffrey û şanda pê re, û ligel hejmarek ji serokên şand û nunerên li Almanya, Brîtanya, Fransa, Tirkiye, Îtalya, Japon, Hollanda, Skandînavyayê, Belcîka û Yekîtiya Ewropayê civiyan, û herweha ligel nûnerên hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl ya sûrî.
Şanda Hevbendiya Niştimanî behsa êrîşên leşkerî yên metirsîdar ji aliyê rejîma Esed li dijî sivîlan li Idlibê kir, yê bi bikaranîna bombeyên fosfora spî ya qedexekirî ku bûye sedema mirina bi dehên qurbaniyan.
Serokê Hevbendiyê tekez kir ku herdem rejîm bi operasyonên leşkerî li dijî sivîlan radibe, hevdem ligel lidarxistina her konferansekî di berjewendiya gelê Sûriyê de, û diyar kir ku ev yek bi armanca têkşikandina hewldanên navnetewî dibe, ji bo zext û fişarê li ser civaka navnetewî bikin ji bo têkbirina proseya siyasî, yan jî jinavbirina her bizavekê ji bo sivikkirina trajidiya welatiyên Sûriyê.
Û şanda Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji civaka navnetewî kir ji bo bilez kar bikin ji bo rawestandina şerê li ser Idlibê, û derxistina daxuyaniyên şermezarkirinê li ser operasyonên hovane yên li dijî sivîlan, û daxwaz ji bo aktîvkirina fayilê lêpirsîn û sizadanê, ji bo berpirsên rejîmê bigehin sizayên xwe.
Şanda Hdvbendiya Niştimanî supasiya welatên Ewropayê kir li ser biryara girtina gunehbarên tawanên şer yên rejîma Esed, û ji welatên din jî xwest ku heman biryaran bistînin ji bo dadgehkirina berpirsiyarên binpêkirinan.
Herwiha tekezî li ser giringiya mijara nûavakirinê kir, û diyar kir ku nabe dest bi nûavdankirinê bibe berî destpêkirina pêvajoya siyasî û gihiştina encameke rasteqîn ji bo vê pêvajoyê.
Û şanda Hevbendiyê di wan hevdîtinan de rewşa li bakur-rojhilatê Sûriyê gengeşe kir, û bang li welatên hevpeyman wek Amerîka, Tirkiye û welatên din kir, ji bo hevkariyeke rasteqîne bi Hevbendiya Niştimanî re, ji bo bi rola xwe ya pêwîst di vê herêmê de rabe, piştî bi dawîhatina fayilê terorê, û kar ji bo helbijartina rêveberiyên sîvîl ji aliyê xelkê wê ve, ji bo vegerandina ewlehiyê li wê herêmê.
Û daxwaz ji wan dewletan kir ji bo pêşkêşkirina arîkariyan ji bo pêwîstdarên li Sûryê, bi taybetî ji bo koçberên li Idlib û navçeyên din yên li bakurê Sûriyê, û hişyarî da li ser destdanîna rejîma Esed li ser wê alîkariyê.
Şanda Hevbendiya Niştimanî xuya kir ku wê planek ji bo xebata li hundir heye ji bo veguhestina baregeha xwe li ser xaka Sûriyê di meha nîsana bê de, li gel guhertina şêweyê hikûmeta demî, da piştgiriya wê li ser asteke berfireh bibe, û di çarçoveya rêveberiyeke sivîl de kar ji bo pêşkêşkirina xizmetgozariyên perwerde û tendurustiyê bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî