Tora Sûrî ya Mafê Mirovan di raporeke xwe de got ku wê 216 êrîşên kîmawî yên hêzên rijêma Esed belge kirine, ji yekemîn êrîşa wî ya kîmawî de dijî sivîlan ya sala 2012 pêk aniye.
Û toreyê di rapora xwe de diyar kir ku 1461 kes ji encama êrîşa kîmawî hetine kuştin, 1397 sivîl û 184 jin û 252 jin di nav wan de hene.
Û di raporê de hetiye ku ji bilî êrîşên berdewam ên rêjîma Esed, rêxistina DAIŞ jî 5 êrîşên kîmawî li parêzgeha Helebê pêk anîne , û di encamê de ne kêmtir ji 132 kesan hatine kuştin.
Û Toreyê di rapora xwe de 149 êrîşên bi heyberên sotandinê dijî devrên şên belge kirine, 19 ji wan rêjîmê , 125ê rûsiya, 5 hêzên Hevpeymana Nevdewletî dijî baregehên DAIŞê li Reqayê rojhilatê welat, pêk anîne.
Û berê jî rêveberiya Berevaniya Sivîl û rêxistinên mafên mirovan hejmarek ji êrîşên kîmawî yên rijêmê belge kirine, hinan ji wan taxa Beyaza ya Himsê di çilê pêşî sala 2013an û bajarê Xan Şêxûn li Idlibê di nîsana 2017an û bajarê Dûma li Gundewarê Şamê di nîsana 2018an de armanc kirine.
Û raportên ku desteyeke hevbeş ji wê rêxistinê û Netewên Yekbûyî derxistibû, berpirsyariya rijêmê di ber êrîşin bi gazên jehirdar li ser bajar û bajarokên Sûriyê di salên bûrî de, her weha êrîşên ku DAIŞê pêk anîbûn diyar kiribû.
Ji hêla xwe ve rojnameya “Obzerver” ya birîtanî berî çend rojan bal kişandibû ser ku hîn hêvî heye di dadgehkirina rijêma esed de piştî tewankariyên cengê yên berfireh yên dijî sivîlan li Sûriyê pêk anîne, û pesnê dozgeriyên dadgehan û yadeşnameyên girtinê yên ku vê dawiyê ji dadgehên Oropî dijî berpirsyarin rêjîma Esed derketine da.
Rojnameyê di gotareke xwe de ya bi navnîşana “ Divê berpirsên di ber derdeseriyên sûriyan de bên sizadan” de, amaje kiribû ku tevlî ku Rûsiya hewildanên vekolînan di tewankariyên cengê yên dijî mirovahiyê de yên ku Esed pêk anîne asteng dike, lê hîn jî çirûsket hêviyê heye.
Û ji toreya mafnasî ji Encumena Ewlekariyê xwest ku bikaranîna Vîtoyê dijî biryarên ku rijêmê tewanbar dikin rawestin, û rijêma Esed bi pêkanîna tewankariyên cengê tewanbar kir, û daxwaza parastina sivîlan û sepandina fişaran Ii ser Rûsiya û Îranê herdû hevpeymanên rijêmê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimaanî ya Sûrî