Şandê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li Biroksilê, bi Şandekî ji Wezareta Derve ya Birêtaniya re li rex kongirê salane yê şeşemîn yê bexşînkaran yê derbarê Sûriyê civiya.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit Serokatiya Şandê kir, û Şandê Hevbendiyê ji Cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo, Cîgira Serok Ruba Hebûş, û Herdû Endamên Desteya Siyasî Mihemed Yehya Mektebî û Ebdellah Gedo, û Rêvebirê Cîbicîkar yê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Heseno pêk tê.
Ji aliyê Şandê Birêtaniya ve Rêvebirê Giştî yê Birêtanî yê berpisyarê doseyên Emrîka û li paş deryayan û rojhilata navîn Vigay Rangargeh Rêvebiriya Şandê kir, li gel Şanderê Birêtanî bo Sûriyê Jonathan Hargrevs.
Û herdû aliyan behsa pirosesa siyasî ya jikarxistî bi sedema ku rijêma Esed ji ber ku bi awayekî cidî tevlê nabe, û xwe dispêre rêbaza leşkerî ya xwîndar bi piştevaniya Rûsiya û Îranê, kir.
Û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pabendiya bi pirosesa siyasî û biryarên navdewletî yên têkildarî karûbarê Sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2254 û 2118 yên ku dighên çareya siyasî ya rasteqîn, yaku hêviyên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk tine, kir.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser berdewamiya retkirina çi bizavên normalkirina têkliyan bi rijêma Esed re an biserxistina wê, û piştgiriya doseya lêpirsîn û sizakirina tawankarên cengê berdewam bibe, ji ber ku beşekî bingehîn ji çareya siyasî ye kir.
Û amadebûyan doseya penaberên Sûrî gengeşe kir, û Şandê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku Sûriya ta niha ne ewle ye, di dema hebûna rijêma Esed û berdewamiya wê di pêkanîna tawanan dermafê sivîlan de, û bal kişand ser komkujiya taxa Eltedamun yaku cînahnê tevî dîtiye û rojnameya The Guardian hûrgilîyên nîşanên wê eşkere kirine.
Û herdû aliyan tiştên ku rijêma Esed di rojên bûrî de pê rabûye ji serbestberdanan hin girtiyan de bigre ta lîstina bi hestên xelkê yên ku li kolanan civiyane daku hin agahiyan li ser girtî û binçavkiriyên kotekî yên dîtir yên di zîndanan de zanibin, berçav kirin.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî cextî li ser pêwîstiya fişaran li ser rijêma Esed bo serbestberdana tevaya girtiyan û eşkerekirina çarenûsa binçavkiriyên kotekî kir.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî li ser giringiya piştgiriya jina Sûrî û pirojeyên ku bizavê bo bihêzkirina wê di tevaya waran de dibin, da ku beşdariya wê di karê siyasî û çêkirina biryarê de misoger bibe, kir.
Û Şandê Birêtanî têgihiştina xwe ji hêvîşikestina bi encamên karê Komîteya Destûrî ya Sûrî anî ziman, û tekezî li ser berdewamiya Birêtaniya di piştgiriya cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 de kir.
Û Şandê Birêtanî bal kişand ser ku ji ber astengkirina Rûsiya, cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê, ne tiştekî hêsan e, û Şandê Birêtanî tekezî li ser bizavên xwe bo dirêjkirina biryara navdewletî ya girêdayî bi derbaskirina alîkariyên mirovahî bo kesên hewcedar li Sûriyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî