• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Monday, 20 March , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Şandê Hevbendiya Niştimanî li Gel Wezareta Derve ya Emrîka li Washingtonê Dicive

September 29, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
Şandê Hevbendiya Niştimanî li Gel Wezareta Derve ya Emrîka li Washingtonê Dicive

Şandê Hevbendiya Niştimanî bi Serokatiya Salim Elmislit Serokê Hevbendiyê, hevdîtinek li gel Cîgira Wezîrê Derve yê Karûbarê Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf, bi amedebûna Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve Ethan Goldrich, û Emily Barnez Rêvebira Giştî ya Rêveberiya Îraq û Sûriyê ya Encumena Ewlekariya Netewî di Koşka Sipî de, û Nûnerek ji Wezareta Berevaniyê ya Emrîka li dar xist, û bi wan re behsa tevaya hûrgiliyên dosya Sûriyê yên meydanî û siyasî kir.

Û Şandê Hevbendiyê ji Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Cîgirên Serok Ebdilehed Istêfo, Ebdilhekîm Beşar, Ruba Hebûş û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Dîma Mûsa Endama Desteya Giştî pêk hat.

Û Şandê Hevbendiya Niştimanî behsa xitimîna siyasî ya ku piroseya siyasî têde ye kir, û xwest ku Emerîka bi hêz vegere nav dosya siyasî ya sûrî û fişarê ji bo bicîkirina biryarên navdewletî bike, û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, bal kişand ser giringiya hebûna destpêşxeriyeke navdewletî bi serpereştiya Emerîka, ji bo cîbicîkirina biryara navdewletî, û bal kişand ser ku vegera penaberên Sûrî bi mercê bicîanîna veguhestina siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî ve girêdayî ye.

Û Şandê Hevbendiya Niştimanî behsa dosya mirovî û kiryarên Rijêmê yên reva ji sizayên Emerîka û rola wê di êrîşkirina Rûsya li ser Okranya de kir, û dosyayên meydanî, perwerde û tendirustiyê li deverên rizgarkirî, û binpêkirinên milîsên PYDe yên terorîst li rojhilatê Firatê û reva xelkê ji herêmên di bin kontrola QSDê ber bi deverên rizgarkirî ve gotûbêj kirin.

Û Şandê tekez kir ku Rûsya û reftarên wê yên tawankarî li ser xakê û berepêk û astengkirina wê ji proseya siyasî re, sedema berdewamiya êş û azarên gelê Sûriyê ye, û Şandê behsa mijara girtiyan û pêwîstiya karê ji bo serbestberdana wan û nemaze jin û zarokan kir.

Û Sekreterê Desteya Siyasî Hevrêzkarê Yasaya Qeyser Ebdulmejîd Berekat, derbarê avakirina kompanyayên ewlekarî û leşkerî ji aliyê rijêmê ve ji bo leşkerkirina çekdaran li Sûriyê, bi armanca şandina wan ber bi Okranya de, hember ku ew çekdar ji sizayan rizgar bibin, nemaze kesên ku di zindanên rijêmê de girtî bûn û tawan pêk anîne, axivî.

Û Şandê Hevbendiya Niştimanî tekez kir li ser redkirina asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed re an nûavakirin hebe, berî çareseriyeke siyasî û vegera ewlehî û aramiyê li welat çêbibe, û hêviyên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk werin, û kesên di ber pêkanîna tawanên cengê de berpisyar in sizayê bibînin.

Û Şandê bal kişand ser ku derdeseriyên ku nişteciyên kampa Elrakan ya li ser sînorê Sûriyê û Urdunê rastiyê tên, ji encama dorpêçkirina ku li ser wan ji aliyê rijêmê û milîsên Îranî ve hatiye sepandine ye, û bal kişand ser rola rijêmê di birçîkirina nişteciyên kampê de, û Şandê amaje bi wê yekê kir ku tawanên rijêmê sînorê xaknîgariya Sûriyê derbas kir û gihişt Okranya, çimkî rijêm her gav piştgiriya xwe ji dijminkariya Rusya li ser Okranya re radigihîne.

Ji hêla xwe ve, aliyê Emerîkî tekez kir ku ew piştgiriya doza gelê Sûriyê dike, û rewşê berve cîbicîkirina biryarên navdewletî de dibe, her weha li mîkanîzmayên nû digere daku fişarê li ser rijêmê û Rûsya bike, û amaje bi wê yekê kir ku helwesta wan derbarê proseya siyasî zelal e, û hewlên wan ji bo avakirina rêveberiyeke navdewletî ya rasteqîn bi armanca cîbicîkirina biryara navdewletî hene.

Û Aliyê Emerîkî cextî li ser giringiya hebûna Hevbendiya Niştimanî li New York û Waşintonê bi awayekî domdar kir, ji ber pêwîstiya pirkirina hevdîtinên bi vî rengî ji bo ku hevbeşiyeke bêhtir di navbera Hevbendiya Niştimanî û tîma berpirsê dosya Sûriyê di Wezareta Derve û di Koşka Sipî de çêbibe.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike

March 17, 2023
Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin
Nûçeyên Hevbendiyê

Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin

March 17, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.6k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike

Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin

Hevbendiya Niştimanî Beşdariyê di Ahenga 12emîn Salvegera Destpêkirina Şoreşa Sûrî ya Gewre de li Deverên Rizgarkirî Dike

Hevbendiya Niştiman: Tawan li Bal Vê Rijêma Hov Rêbazeke Neguhêr e û Pê Danûstandinê bi Gelê Sûriyê re Dike û Hewl Dide Şoreşa Wî Vemrîne û Dengê Azadiyê Bibire

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.