Şandê Hevbeş yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Desteya Danûstandinê li Emrîka, li gel Desteya Jinê di baregeha Netewên Yekbûyî de, li rex civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî civiya, û di hevdîtinê de behsa pêşhatên rewşa meydanî û pirosesa siyasî li Sûriyê kir.
Û di hevdîtinê de Cîgira Serokê Hevbendiyê, Ruba Hebûş û Endama Hevbendiya Niştimanî, Dîma Mosa û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Washington Quteybe Idlibî û Nûnera Hevbeniyê di Netewên Yekbûyî de Meryem Çelebî, amade bûn.
Û ji aliyê Desteya Jinê ve, Seroka Beşê Aştî û Karê Mirovahî Paivi Kannisto, û Cîgira Serokê Beşê Aştî û Karê Mirovahî Sarah Douglas amade bûn.
Û Şandê Hevbeş şiroveyeke kurt li ser derdeserî û qurbaniyên jina Sûrî û li ser rola wê ya gewre di şoreşa Sûrî de û di rûbirûbûna rijêma tawanbar de berçav kir, û Şandê diyar kir ku rijêma Esed bi dehên hezaran jin di operasyonên leşkerî li ser bajar û gundên Sûriyê ji sala 2011an de kuştin, û bi dehên hezaran jin binçav kirin, û hejmarek ji wan di bin îşkenceyan de kuştin, û destdirêjiya govdeyî û destavêtina namûsa jinan bi kotekî di zîndanan de wek rêbaz bikar anî, daku her kesê ku dijî teror û zordarî û stemkariya rijêmê serî hildayî biçemîne.
Û Şandê Hevbeş daxwaza karekî navdewletî yê cidî bo serbestberdana bi dehên hezaran sivîl di zîndanên rijêmê de kir, û ku çarenûsa kesên bi kotekî hatine binçavkirin diyar bike, û Şandê daxwza liveke çalak bo çareserkirina pirsgirêka koçber û derbideran yên ku bêhtirê wan jin û zarok in kir.
Û Şandê Hevbeş şiroveyek li ser rewşa jina Sûrî ger li derveyî Sûriyê be an li hundir be û rola wê ya siyasî li ser asta niştimanî pêşkêş kir, û amadebûyan giringiya pevguhartina Ramanan li gel Desteyê derbarê zêdekirina nûnertiya jinê di karê siyasî de, bo pêkanîna rêjeya 30% di warê karûbarê giştî de gengeşe kirin.
Û Ji aliyê xwe ve Şandê Desteya Jinê hejmarek ji serboriyên ku bi desteyê re li deverên nakokî pêre derbasbûne berçav kirin, û li ser rola Desteyê di danûstandinên bo çespandina aştiyê de li hin cihên ku nakokî lê hene li curbecur deverên cîhanê axivî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî