Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit, bi gereke meydanî li bajarê Girê Sipî li gundewarê Reqayê li rojhilatê Ferêt rabû, û di vê gerê de hevdîtinek bi rûsipiyên bajêr re li dar xist, û behsa rewşa ewlehî û debara jiyanê kirin, û li pêdvî û daxwazên wan guhdarî kir.
Û Şand ji Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Endamên Hevbendiya Niştimanî Ebdilbasit Ebdilletîf, Mihemed Welî, Mihemed Elî Îsa, Yasir Elferhan, Husên Elebdellah, Ebdellah Elmihemed Elferec, Îbrahîm Serdar Elmilî, Hemîde Elteherî, û Cîgirê Serokê Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî Redîf Mustefa û Cîgirê Wezîrê Rêvebiriya Xwecihî Seed Şiwêş pêk dihat.
Û amadebûyan pêşhatên rewşa meydanî û dawîtirîn pêşketinên siyasî di doseya Sûriyê de berçav kirin, û Elmislit şiroveyek li ser karê Hevbendiya Niştimanî û encamên hevdîtinên ku li gel şanderên dewletên dost û birayên gelê Sûriyê re pêk anîne pêşkêş kir.
Û Elmislit di hevdêtinê de bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî giringiyeke mezin dide devera Rojhilatê Ferêt, û diyar kir ku Komîteya Cezîre û Ferat ya Hevbendiya Niştimanî ji bo şopandina dozên xelkê deverê ji nû de kartêker bû, û dê kar li ser xelasiya deverê ji milîsên terorist û vegerandina aramiyê û hiştina ku xelkê wê yê resen rêvebiriya wê bi xwe bikin bike.
Û cextî li ser giringiya xurtkirina hevkarî û hevrêziyê ji bo çakkirina ketwarê jiyanê û xizmetkariya deverê û piştgiriya aramî û xweragiriya xelkê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî