Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit bi serdanekê bo Encumena Xwicihî ya bajarê Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê rabû, û pê re behsa rewşa bajêr û pêwîstiya çakkirina rewşa jiyanê û bilindkirina asta saziyên xizmetkariyê kir.
Û Şand ji Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Endamên Hevbendiya Niştimanî Ebdilbasit Ebdilletîf, Mihemed Welî, Mihemed Elî Îsa, Yasir Elferhan, Husên Elebdellah, Ebdellah Elmihemed Elferec, Îbrahîm Serdar Elmilî, Hemîde Elteherî, û Cîgirê Serokê Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî Redîf Mustefa û Cîgirê wezîrê Rêvebiriya Xwecihî Seed Şiwêş pêk dihat.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî pir giringiyê dide ku rêvebirina Rojhilatê Ferêt bi awayekeî baş bibe, û bal kişandin ser pêwîstiya yekrêziya bizavên sivîl û leşkerî û siyasî daku dorpêçkirina ku li dora Serê Kaniyê û Girê Sipî hatiye sepandin hilînin.
Û Elmislit cextî li ser pêwîstiya piştgiriya aramiyê li deverê û dabînkirina ewlehiyê bo misogerkirina vegera derbideran bo mal û deverên xwe yên resen kir.
Û Elmislit pesnê çakbûna berçav li bajêr li ser asta xizmetkarî û ewlehî da, û daxwaza kar ji bo pêşkêşkirina bêhtir xizmetkariyan bo welatiyên bajêr kir.
Û ji aliyê xwe ve Serokê Encumena Xwecihî yê bajarê Serê Kaniyê Mihemed Elî Hemze, li ser karê Encumena Xwecihî axivî, û tekezî li ser miqatebûna encumen li hevkariya li gel tevaya saziyan bo xurtkirina karê hevbeş û xizmetkariya xelkê deverê kir.
Û Hemze diyar kir ku xelkê deverê debara jiyanê xwe bi çandinîyê û xwedîkirina ajelan dikin, û got ku pêdiviyên wan yên bingehîn êmê sewlan û semada çandiniyê ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî