Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi serdanekê bo encûmena xwecihî li bajarê Girê Sipî li gundewarê Reqayê rabû, û rêvebirina kar û ketwar û debara jiyanê û xizmetguzariyên li bajêr şopandin.
Û Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo Serokatiya Şandê kir, û Şandeya Hevbendiyê ji endamê Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf û endamên Hevbendiya Niştimanî Husên Elread, Mihemed Elhemdo û Alîgirê Wezîrê Rêvebiriya Xwecihî Se’ed Şiwêş pêk hat.
Û Şandê Hevbendiyê serdana baregehên polîsên leşkerî, dadgeha leşkerî û dadgeha sivîl li bajarê Girê Sipî kir, û li gel endamên encûmena xwecihî hejmarek ji mijarên giring di kartên çandinî, tendirustî û xwendinê de gengeşe kirin, û endamên encumenê tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina firotina berhemên çandiniyê wek dexl û pembo, û vekirina navendeke pizîşkî ya berfireh û şaxên zanîngeha Helebê ya azad kirin.
Û Istifo tekez kir ku ev pêdawîstî û astengî dê bi saziyên cîbicîkar ên Hevbendiya Niştimanî re bêne gotûbêjkirin, û dê kar ji bo nirxandina wan û cîbicîkirina tiştên pêkan ji wan bikin, bi armanca ku ketwar û debara jiyanê û xizmetguzarî li deverê baştir bibin.
û tekezî li ser pêwîstiya yekirina tevaya bizavan û dabînkirina hevkarî û hevrêziyê di navbera tevaya saziyên şoreşa Sûrî di warê siyasî, sivîl û leşkerî de bo rûbirûbûna astengiyan û sûdewergirtina ji destkeftên paşerojê kir, û cext kir ku Hevbendiya Niştimanî pabend e bi daxwazên gelê Sûriyê û cîbicîkirina hemû biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê, û di serî de daxwiyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254 ji bo giheştina veguhestineke siyasî ya tam li welêt.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî