Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, serdana baregeha dibistana sûrî li Qeterê kir, û hevdîtin bi rêvebirên wê re kirin, li kêlek serdana fermî yaku Şandeyê Hevbendiya Niştimanî li dewleta Qeterê pê radibe yaku dê du rojan berdewam bike.
Û şand ji Cîgirê Serok Ebdulhekîm Beşar û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdulehed Istêfo pêk dihat, û Sekretêrê Yekemîn yê Balyozxaneya Sûrî li dewleta Qeterê Hazim Letîf hevaltiya şandê kir.
Û Cîgirê Akadîmîk D. Mihemed Zêdan û Cîgirê Rêvebir Mihemed Miriî pêşwaziya şandê kirin.
Û şande bi gereke berfireh li ser beşên xwendin û taqîgehên zanistî yên dibistanê rabû, û li rêvebirina pirosesa hînkirinê û şêweyên nûjen yên xwendinê û amadekirina xwendekaran û rêbazên xwendinê, her weha li tiştê ku dikaribin sûdê jê werbigrin û vê sîstema serkeftî veguhêzin deverên rizgarkirî temaşe kir.
Û di dawiya serdanê de endamên şandeyê xebatên vê avahiya zanistî bilind nirxandin, û spasî bo kadroyên hînkirinê yên sûrî yên berçav ên ku dibistan vedihewîne û karê ku dikin pêşkêş kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî