Şandekî ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî serdana gundê Derwîş li devera Efrînê kir, da ku li ser rewşa deverê raweste, û li pirsgirêkên ku xelk rastî wan tên guhdarî bike, û çareyan ji wan re bibîne.
Û Şande ji endamên Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf, Behcet Eletasî û Mihemed Qedah û Endamên Desteya Giştî Atif Zirêq, Mihemed Mixilf û Basil Ginêm pêk hat.
Û Şandeyê Hevbendiyê behsa çareyan ji hin pirsgirêkên ku rastî xelkê devera Efrînê bi giştî tên kir, û li gel rûsipiyan li ser rêyên lipaşxwehiştina wan pirsgirêk û astengiyan axivî, herweha behsa dawîtirîn pêşketinên siyasî di dosya Sûriyê de ji wan re kir.
Û ev serdan yek ji zincîreke serdanên ku endamên Hevbendiya Niştimanî bi awayekî rolane pê radibin e, ji bo naskirina rewşa xelkê û ronîkirina pêşhatên siyasî, herwiha ji bo rawestana li ser piroseya çakkirina ketwarê jiyanê û bilindkirina asta xizmetguzariyan li deverên rizgarkirî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî