Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî serdana baregehê sereke yê Encumena Êl û Eşîrên Sûrî li bajarê Gazî Entab yê Tirkîyê kir.
Û Şande ji Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Cîgira Serok Ruba Heboş û Endamên Desteya Siyasî Ebdulmejîd Berekat û Selîm Elxetîb û Endamên Desteyya Giştî D. Zekeriya Melahifcî û D. Cewad Ebû Heteb pêk dihat.
Û Emîndarê Giştî yê Encûmena Êl û Eşîrên Sûrî û Endamên Desteya Şêwirdariyê pêşwaziya şandê kirin.
Û ev hevdîtin di nav xebatên Hevbendiya Niştimanî di warê xurtkirina pêwendî û hevkarî û hevrêziya li gel tevaya pêkhat û deste û kesayetên di hundir desteya giştî de tê.
Û amadebûyan armanckirina baregehê Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya li devera Eldiwêle li gundewarê Idlibê duh duşemê ji aliyê balefirên Rûsî ve gengeşe kir, û tekezî kirin ku ew wek binpêkirineke yekser re dijî rêkeftina girêdayî agirbesta tam û operasyonên dijminkarîyê li devera kêmkirina şer ya çaremîn li bakurê Sûriyê.
Û amadebûyan behsa gotara niştimanî yaku Hevbendiya Niştimanî daye destpêkirin kir, her weha bandora wê li ser xurtkirina tevna niştimanî di parastina yekîtiya gelê Sûrî de gengeşe kir.
Û amadebûyan giringî dan rewşa li Rojhilatê Feratê û binpêkirinên mezin ên rêxistina PKK ya terrorîst û milîsên PYD dikin, û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser girîngiya Encûmena Êl û Eşîrên Sûrî û rola wan ya giring li deverê û rola wan di parastina yekîtiya Sûriyê û gelê wê de kir.
Û kar û çalakiyên Hevbendiya Niştimanî di nav pilana ku li ser dixebite ji bo çakkirina ketwarê Sûriyên li Sûriyê û yên li dewletên penaberiyê berçav kirin, her weha pirkirina hevdîtinên xwecihî bo pêşxistina nerîna siyasî ya niştimanî û gihiştina pişikdariyeke rasteqîn, û xurtkirina têkliyên navdewletî ji bo piştgiriyê ji şoreşa Sûrî re werbigrin.
Û amadebûyan cextî li ser pêwîstiya hembizkirina karê Hevbendiya Niştimanî û çalakiyên wê li deverên rizgarkirî kir, her weha xebata li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û saziyên cîbicîkar daku asta xizmetguzariyên ji welatiyan re têne pêşkêşkirin bilind bibe.
Û Encûmena Êl û Eşîrên Sûrî pesnê karê ku Hevbendî pê radibe da, nemaze di warê xurtkirina têkliyan li gel pêkhatên civaka Sûrî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî