Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selim Elmislit serdana baregeha encûmena xwecihî li bajarê Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê kir, û li gel serokê encûmenê Hemed Elî Hemze û hemû endamên encûmenê civiya, û rewşa bajêr bi wan re gotûbêj kir, û guhdariya pêdviyên wan û zehmetiyên ku rê li ber pêşketina karê wan digre kir.
Û endamê Desteya Siyasî Ehmed Tuhmê û endamê Hevbendiya Niştimanî Hisên Elread û Wezîrê Çandiniyê Heyl Keleş hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û Elmislit pesna karê encumenê tevî hemû zehmetî û şiyanên wê yên kêm da, û bal kişand ser ku rewşa bajêr bi awayekî eşkere ber bi başbûnê ve diçe, ji ber ku cudahî di serdanên berê û niha de heye.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî kar ji bo şikandina dorpêça ku li ser herêmê hatiye ferzkirin bi rêya danûstandina li gel dewlet û aliyên xêrxwaz dike, daku wêneya rasteqîn ji wan re veguhêze.
Ji aliyê xwe ve serokê encûmena xwecihî Mihemed Elî Hemze li ser karê encûmen ji bo bilindkirina asta xizmetguzariyan û ketwarê jiyana bajêr axivî, û got ku encûmen piraniya saziyên xizmetguzariyê yên fermî çaksaz kirin.
Û Wezîrê Çandiniyê Hayel Keleş bal kişand ser ku Wezaret bi hin saziyên herêmî û navneteweyî re di têkiliyê de ye, da ku pêdiviyên cotkaran peyda bike, û Rêveberiya Çandiniyê li Hesekê û Reqayê ava bike, ji bilî projeyên din yên têkildarî berhemdana ajalan û samanên ajalan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî