Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit hevdîtin bi tevaya çalakî û desteyên şoreşgerî û nûnerên rêvebirî û saziyên xizmetguzarî li bajarê Serê Kaniyê li dar xist, û bi wan re behsa rewşa deverê kir, û guhdarî pêdvî û astengiyên ku li pêşiya serkeftina wan dibin rêgir kir.
Û hevdîtin li navenda çandê ya bajarê Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê pêk hat, û endamê Desteya Siyasî Ehmed Tuhmê û endamê Hevbendiya Niştimanî Hisên Elread û Wezîrê Çandiniyê Hayêl Elkeleş hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî li ser herdû herêmên Serê Kaniyê û Girê Sipî miqateye, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî li gel saziyên xwe yên cîbicîkar kar ji bo danûstandinê bi dewlet û aliyên xêrxwaz re ji bo bidawîkirina dorpêçiya ku li ser deverê hatiye sepandin dike.
Û behsa pêşketinên piroseya siyasî kir, û tekezî li ser pabendbûna Hevbendiya Niştimanî bi pirensîpên şoreşa Sûrî û daxwazên gelê Sûriyê di pêkanîna azadî, rûmet û demokrasiyê de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî