Şandekî ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, serdana Encumena Êl û Hozên Sûrî li bajarê Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê kir, û li gel hejmarek rûsipî û xelkê Serê Kaniyê û nûnerên çalakiyên bajêr civiya.
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilehed Istêfo, serokatiya Şandê dikir, û Şand ji endamê Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf û endamê Hevbendiya Niştimanî Husên Elread pêk hatibû.
Û amadebûyan behsa hejmarek ji babetên girîng ên girêdayî çakkirina ketwarê bajêr û di pêşî de piroseya çandiniyê bi hemû cure û rengên wê, û çawaniya dabînkirina pêdviyên çinîna berheman û piroseya firotina wan kirin.
Û amadebûyan piroseya hînkirinê û dijwarî û astengiyên ku xwendekar û kadroyên perwerdekirinê rastiyê tên, û çawaniya dîtina rêyên hilanîna astengiyên dikevin riya piroseya pêşdebirina ketwarê perwerdeyê de, gotûbêj kirin.
Û amadebûyan ketwarê karta tenduristî yê ku derdê gelek pirsgirêkan dikşîne, wek kêmbûna kadroyên bizîşkî yên pispor û amûrên pizîşkî yên hûbîn, her weha fişara mezin li ser kilînkan ji ber hejmara mezin a xelkên ku serdana wan dikin, gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî