Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit, serdana Encumena Xwecihî li bajarê Girê Sipî li gundewarê Reqayê kir.
Û Şand ji Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Endamên Hevbendiya Niştimanî Ebdilbasit Ebdilletîf, Mihemed Welî, Mihemed Elî Îsa, Yasir Elferhan, Husên Elebdellah, Ebdellah Elmihemed Elferec, Îbrahîm Serdar Elmilî, Hemîde Elteherî, û Cîgirê Serokê Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî Redîf Mustefa û Cîgirê Wezîrê Rêvebiriya Xwecihî Seed Şiwêş pêk dihat.
Û Elmislit pesna karê ku Encumena Xwecihî û tevaya saziyên xizmetkariyê li deverê pê radin da, û tekez kir ku çakbûna rewşê di warê ewlehî û xizmetkariyê de berçav e, û daxwaza hîn bêhtir xebat û hevkariyê bo çakkirina ketwarê jiyana nişteciyan kir.
Û Elmislit şiroveyek li ser nûçalakirina karê Komîteya Cezîrê û Ferat yaku bi rola xwe di pêwendiyên berdewam de li gel xelkê deverê radibe û guhdariya daxwaz û pêdviyên wan bike pêşkêş kir.
Û ji aliyê xwe ve Serokê Encumena Xwecihî ya Girê Sipî Salh Hac Ebdellah, rewşa deverê û pêdviyên nişteciyan û dijwariyên ku tên pêşiya wan daku keresteyên bingehîn di karê wan yê sereke de di warê çandin û xwedîkirina ajalan de bi destê xwe ve bînin berçav kir.
Û Ebdellah bal kişand ser ku dever bi awayekî mezin hatiye guhartin û bi saya yekkirina bizavan baştir bûye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî