Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Salim Elmislit, serdana gundê Korkan li gundewarê Efrînê kir, û bi komek ji xelkê gund û rîsipiyên wî re civiya, û li rewşa gund û xelkê têde ji nêz de temaşe kir.
Û di serdanê de şandekî ji endamên herdû Desteyên Siyasî û Giştî hevaltiya Serokê Hevbendiyê kir, her weha hejmarek ji Artêşa Niştimanî û nûnerin Hikûmeta Demkî û Encumenên Xwecihî amade bûn.
Û Elmislit ji welatiyên ku ji neçarî ji gundê xwe çûne xwest ku vegerin, nemeze piştî ku milîsên rêxistina PKK ya terrorîst ji deverê hatine qewitandin û piştî çakkirina rewşa debara jiyanê di gund de.
Û Elmislit tekezî li ser pêwîstiya hevkariyê kir ji bo bihêzkirina aramiyê li deverê û çareserkirina tevaya ziyanîn ku milîsên rêxistina PKK li pey xwe hiştine, û xweşkirina rê ji bo vegera tevaya welatiyan bo dever û malên xwe, yên ku rêxistinê bi darê zorê ji malên xwe bideranînbûn, daku wan wek mertalan di dema vekişîna ji Efrînê pêk bînin.
Û Elmisilt bal kişand ser ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî xebatê bo zêdekirina pirojeyên xizmetkariyê li deverê û zêdekirina amadekirina jêrxaneyê têde dike, daku çakkirina rewşa jiyanê misoger bike, û di afrandina derfetên kar de bo ciwanan alîkar be, ji bo ku jiyaneke rûmetdar ji wan re dabîn bibe.
Û Elmislit cext kir ku Hevbendiya Niştimanî li parastina mafên tevaya Sûriyan miqate ye, û xweşhaliya xwe bi karê Komîteya Vegerandina Mafan û çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan bi awayekî lezgîn anî ziman, her weha xebata Komîteyê ya berdewam di warê dana mafan û piştgiriya bêgunehan de.
Ji aliyê xwe ve rîsipiyên gund û muxtarê wî Ferîd Umer xweşhaliya xwe bi serdana Şandê Hevbendiya Niştimanî anîn ziman, û tekezî li ser pêwîstiya karê dezgehî û ku nimûneyeke rasteqîn ê berdêl ji saziyên dîktator Beşar Esed pêşkêş bikin û giringiya ku nehêlin binpêkirin çêbibin û kesên sûcdar siza bibin kir, û daxwaza avakirina lêvegereke girêdayî Hevbendiyê û Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Artêşa Niştimanî bo wergirtina giliyan û çareserkirina pirsgirêkan kir.
Û Rayedarê di Tabûra Sêyemîn de, Major Mihemed Wecîh Rehmon, li ser rêşûnên Artêşa Niştimanî daku rê li pêşiya binpêkirinên dijî xelkê û gudana wan bi desteserkirina kesên gendel û sizakirina yên berpisyar di ber sûcan de axivî, û tekez kir ku karekî mezin heye, bo kontrolkirina ewlehiyê û parastina mafên welatiyan û li hember operasyonên teroristî yên ku rêxistina PKK pêk tîne û jiyana xelkê sivîl û ewlehiya wan armanc dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî