Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê digel cîgirê wezîrê derve yê Rûsya û şandyarê taybet yê serok Potîn yê karûbarê rojhilata navîn û bakurê Efrîka Mîxaêl Bogdanov roja pêncşembê li bargehê wezareta derve ya Rûsya li Mosko civiya.
Şanda Hevbendiyê ji cîgirê serokê Hevbendiyê Ebdilehed Istêfo û herdu endamên desteya siyasî Hadî Elbehra û Bedir Camûs pêkhat. Herdu aliyan pêşveçûnên siyasî û bizava navdewletî ji bo kartêkirina operasiyona siyasî li Cinêvê û bizavên dibin bo cîbicîkirina peymana agirbestê û alavên çavdêriya wê gotûbêj kirin.
Her weha serpereştiya Rûsî serokê Hevbendiyê Enes Elebde vexwendî seredana Mosko kir, ji bo digel wezîrê derve yê Rûsî Sêrgî Lavrof û berpirsiyarên din bicive û li ser lîsta kar ya seredana nêzîk lihev kirin.
Şanda Hevbendiyê tekez kir ko Hevbendî piştgiriya operasiyona siyasî dike û miletê Sûrî li ser mafê xwe di azadî û rûmetê de sûr e, tako li gora biryarên navdewletî yên têkildar û bi taybetî daxuyaniya Cinêvê ya sala 2012an û biryara navdewletî 2254 ya sala 2015an veguheztina siyasî misoger bibe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî