Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hadî Elbehra îro alîkariya Hikûmeta Danimark xwest di warê ” Pêşkêşkirina pirsgirêka alîkariyên gerek bo bernameyê xwarinê yê cîhanî da piştgiriya 1,7 Melyon penaberê Sûrî meha were raneweste, û pêwistiya dagirtina kêmbûna diravî ya ku li pêş bername heye “.
Elbehra xwest ku ” Mijar di civîna wezîrên derve yên dewletên Ewrupî di nîvê vê mehê de li Biroksilê were pêşkêşkirin”. Armanca vê serdanê danheva piştgiriyê ji şoreşa Sûrî re ye, pêkanîna giftugoyin siyasî derbarê rewşa leşkerî û siyasî li Sûrî, û awayên piştgiriya kar û bizavên ber bi çareseriyek Siyasî ku hêviyên milletê Sûrî pêk bîne. Awayê ku çawa destpêşxeriya şanderê navnetewî Stîvan Dî Mistora beşek ji çareseriyê be hate giftugokirin.
Her du aliyan tekezî kirin ku ” Destpêşxeriya Dî Mistora rê nade rejîma Esed ku hêzên xwe ji deverên rêkeftinê veguhêze deverin dîtir da zordariyê li milletê Sûrî bikin”.
Herweha wezîrê derve yê Danimark di hevpeyvînê de destnîşan kir ku divê şerê dijî tirorê danûstendina bi hokarê tirorê re ku di rejîma Esed de gewde dibe paşguh neke. Herweha şandeyê mijara zêdekirina piştgiriyê ji bernameya ku hikûmeta Danimark beşdariyê di peredana wê de dike goftûgo kir, û giringtirîn bername tê de ya berevaniya sivîl û polîsên sivîl e.
Şanda Hevbendiyê Serokê Berlemanê Danimark Mogins Lîkîtoft dît, û guftugoyin ku tekezî li ser pêşxistina dabînkirina piştgiriya tevahiya bernameya xwarinê ya cîhanî kir bo berdewamiya piştgiriya bernameya wê bo çavdêriya penaberên Sûrî û zêdekirina piştgiriya nojdarî û bernameya berevaniya sivîl û polîsan.
Serokê Hevbendiyê Hadî Elbehra berî çend rojan ji Civaka Navdewletî xwestibû ku ” Berpirsiyariya xwe ya rewiştî bo parstina penaberan ji birçîbûna ku pêşbîn dibe û gefê li jiyana wan dixwe hilgire, û peydakirina pereyên gerek ji bo berdewamiya pêşkêşkirina alîkariyan di riya bernameyê xwarinê yê cîhanî re “.
Elbehra weha pêde çû:” Ragihandina Bernameyê xwarinê yê cîhanî yê bi Netewên
Hevgirtî ve girêdayî ye ku wê alîkariyên xwe yê xwarinê bo Melyon û 7oo Hezar penaberî li dewletên cîran ji ber kêmbûna alîkariyê rawestîne, sedema dilnerihetiyek dijwar e, bi taybet ku rêjeyek mezin ji penaberan li ser van alîkariyan dijîn, û ew li ber deriyê zivistaneke dijwar in. hindek raporan ragihand ku du penaberên Sûrî li Libnanê ji ber sermê mirin. Behra wisa gotina xwe bidawî kir: ” Rawestana alîkariyên ku netewên hevgirtî belav dike wê hezarên malbatan bixe bin mirina ji birçîbûnê, û wê welatên mazûban bixe bin zextin zêde ku dahatên wan di hewldana hembêzkirina sedên hezaran ji penaberên Sûrî kêm dibin”.
Jêder: Hevbendî