Serokê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî Xalid Xoce îroj serdana Komara Çîna Gelêrî dike, ku ta roja Pêncşembê berdewam dike, û endamê desteya siyasî Ebdilehed Sitêfo di gel wî ye .
Wê şanda Hevbendiyê bi Wezîrê Karê Derve yê Çînê Wang Yî re bicive ta çareya siyasî ku bi biryara dawî ya Encumena Ewlehiyê nemre 2254 derbarê Sûryayê de hat pesendkirin gotûbêj bikin, û bizavê bikin bo dîtina bingehekê ji karûbarên meydanî û siyasî yên bilez re, bo çareya siyasî li Sûryayê peyda bikin, mîna derbaskirina alîkariyan bo deverên dorpêçkirî, û rawestana bermîlên teqîner ji hêla rejîma Esed ve û berdana girtiyan.
Berdevka bi navê wezareta karê derve Huwa şonîng got:” Guman dikim ku em niha hewcedarî rawestana agir li Sûryayê ne, û gihiştina çareyeke siyasî jî, dewleta Çînê her tiştê ku di dest de derdikeve dike ta ku pirsgirêka Sûrî ber bi riya rast de ji bo gotubêjên siyasî di leztirîn dem de bibe “.
Jêder: Hevbendî – Ajans