Şandek ji Revenda Sûrî li Firansayê li gel Nûnera Firansayê ya taybet bo dosya Sûriyê Brigitte Curmi civiya, wek beşekî ji bizavên Revendê û tevgerên wê yên dawîn de, ji bo hawarçûna kesên ziyan ji bobelata erdheja wêranker yaku li Tirkiyê û Sûriyê rû daye dîtine, û bûye sedema mirina bidehên hezaran û awarebûna bimelyonan kes.
Û “Firansa bi Erebî” anî ziman ku Şandek ji Revenda Sûrî ya ku ji Nûnerê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li Firansayê ji Nor Eldîn Ellebad, Nahid Gezûl, Elî Elzerqan û Zêd Elezim pêk dihat, serdana baregeha Wezareta Derve ya Firansayê li Parîsê kirin, û bi Nûnera taybet bo dosya Sûriyê Brigitte Curmi re behsa rêyên xurtkirina piştgiriya Firansa û gihandina alîkariyê bo Sûriyên ziyan dîtine kirin.
Ji aliyê xwe ve Curmi tekeziya welatê xwe li ser piştgiriya gelê Sûriyê û hawarçûna kesên ji ber erdheja wêranker yaku di şeşê vê heyvê de li Tirkiyê û Sûriyê daye ziyan dîtine, nû kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî