Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra, îro danê sibê, bi hevaltiya Şandekê ku ji Cîgirên Serok Ebdulmejîd Berekat, Dîma Mûsa, û Hevrêzkarê Ofîsa Pêwendiyên Derve Ebdilehed Istêfo, û endamê Desteya Siyasî Zuhêr Mihemed, û Nûnerê Hevbendiyê li Fransa Nûr Eldîn Ellebad pêk tê, gihişte Firansayê.
Û Şande dê hejmarek ji hevdîtinan li gel berpirsên Wezareta Derve ya Firensayê pêk bîne, ji bo pêşhatên dawîn ên derbarê berdewamiya rijêmê û piştgirên wê di operasyonên leşkerî yên dijminkarî de li bakurê Sûriyê û armanckirina sivîlan û nexweşxane û dibistanan gotûbêj bike, û di vê çarçoveyê de Serokê Hevbendiyê Hadî Elbehra dê nameyeke fermî pêşkêşî wezîrê derve bike, û têde daxwazê ji dewleta dost Fransa wek yek ji dewletên endam ên herdemî di Encumena Ewlekariyê ya bi ser Netewên Yekbûyî ve de bike, ku karînên xwe bikar bîne da bihêle rûniştineke Encumena Ewlekariyê li dar bikeve, û biryar û rêşûnên pêwîst ji bo rawestandina vê dijminkarî û gurkirina leşkerî li ser Idlib û gundewarê Helebê bistîne.
Û Şande dê li ser derd û azarên penaberên Sûrî ên li Libnan û cîhanê raweste, û pêwîstiya ku Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî bi berpisyariyên xwe rabe, ji bo parastina penaberan ji helmetên serederiya nijadperestî û çewsandina rêbazkirî ya li dijî wan pêk tînin, da berê wan bidin vegera kotekî bo Sûriyê , nemaze piştî ku Hikûmeta Libnanê hejmarek ji biryaran bo vê armancê derxistine, û jiyana bidehên hezaran ji penaberên Sûrî li Libnanê xistiye metirsiyê de. Û Şande dê ji Fransayê wek dewleteke dosta gelê Sûriyê bixwaze ku bizavên xwe yên erênî li gel Hikûmeta Libnanê bikar bîne, da sînorekî ji van binpêkirinên pêk tên re deyne, û rêşûnên pêwîst bo misogerkirina parastina penaberan û nehiştina vegerandina wan a bi zorê bistîne.
Û ev serdan dê sedemên rawestana piroseya siyasî ya bi sponseriya Netewên Yekbûyî li Cinêvê, û awayên aktîvkirina wê gotûbêj bike, û behsa pilana karê Hevbendiyê derbarê piştgirîkirina şiyanên Hikûmeta demkî bo qonaxa niha û ya dahatî bike, ji bo ewlehî û aramî û pêşxistina bajar û bajarokên bakurê Sûriyê pêk were, û xizmetguzariyan li wê derê çak bike, û sektora perwerdeyê pê bixîne, nemaze di warê zanîngehan de, ji bo rê li ber danpêdana navdewletî bi bawernameyên wê xweş bike, û deverên pîşesazî çak bikin û devereke bazirganiya azad ava bike, û bernameyên deynên biçûk aktîvtir bike ji bo fînansekirina projeyên ciwanan û jinan, ya ku wê derfetên kar biafirîne, û aboriya xwecihî xurt bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî