Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra pêwendiyeke dîtber ji Şandera Birêtanya bo Sûriyê Ann Snow wergirt, û pêre behsa dawîtirîn pêşketinên meydanî û pêşhatên siyasî di dosya Sûrî de kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî, tekezî li ser pêwîstiya karê zêdetir li ser asta navdewletî ji bo aktîvkirina piroseya siyasî kir, û dewletên xwedî bandor û dostên gelê Sûriyê rola xwe ya rastqîn bilîzin, û fişarê ji bo vegerandina dosya Sûrî bo lîsteya pêşindeyan bikin, û biryarên navdewletî derbarê karûbarê Sûriyê û di pêşî de biryarên 2118 û 2254 cîbicî bibin.
Û herdu aliyan pêşketinên dawî yên hewlên Netewên Yekbûyî ji bo aktîvkirina pirosesa siyasî û berdewamiya siyasetên rijêmê di astengkirina wê de gotûbêj kirin, û Serokê Hevbendiyê tekezî li ser wê yekê kir ku divê dewletên xwedî bandor û dostên gelê Sûriyê bi rola xwe ya rasteqîn rabin, û fişarê bikin ji bo vegerandina dosyaya Sûriyê bo lîsteya pêşindeyan û cîbicîkirina biryarên navdewletî derbarê karûbarê Sûriyê û di pêşî de biryarên 2118 û 2254.
Û Elbehra bal kişand ser giringiya parastina aramiya deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê, û piştgiriya karta tenduristî, perwerde û xizmetguzariyê da ku debara jiyanê û xizmetguzariyê li wan deveran çak bibe.
Û Elbehra rewşa penaberên Sûrî li dewletên cîran û qebareya derdeseriyên ku penaber li Libnanê rastiyê tên berçav kirin, û tekezî li ser rola giring a Birîtanya di dosya Sûriyê de kir, û pesna helwêstên wê derbarê doza Sûrî û daxwazên gelê Sûriyê di pêkanîna azadî û rûmet û demokrasiyê de da.
Ji aliyê xwe ve, nûnera Brîtanya tekezî li ser helwêsta welatê xwe ya piştevanîkirina piroseya siyasî li gor biryarên navdewletî û berdewamiya piştevaniya wan di warê siyasî, mirovî û yasayî de ji doza Sûriyê re kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî