Nûnera Taybet a Fransayê ji bo Sûriyê Brigitte Curmi, rola Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyêû Rêveberê wê yê Cîbicîkar Mihemed Hesno bilind nirxand, ji ber xebatên ku Sazî pê rabûye û hîn jî pê radibe, berî erdhejê û piştî wê li deverên ku ziyana erdheja 6 heyva bûrî ya li Tirkiyê û Sûriyê daye dîtine.
Ev nirxandin di dema seredana Nûnera Fransayê bo navenda Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyêli Îyaleta Gazîentabê de bû, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Demkî Ebdulrihman Mustefa.
Û Curmi di twîteke xwe de got: ACU yek ji saziyên Sûriyê yên cihê baweriyê yên kartêker e, ji ber ku ew wêneyekî tam û pêbawer ê pêdviyên mirovî li bakurê Sûriyê yê rizgarkirî pêşkêş dike.
Û Curmi tekez kir ku helwesta Fransayê derbarê pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst ji Sûriyan re zelal e, û cext kir ku pêwîst e alîkarî bigihêjin her kesê ku li Sûriyê pêdiviya wî bi pê heye.
Hêjayî gotinê ye ku Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê ACU raporteke rojane ku têde pêşhatên herî dawî li ser erdheja wêranker a ku li bakurê rojavayê Sûriyê xistiye, li gorî navendên niştcihbûnê û avahiyan û cihên derbideriyê û hejmara nişteciyan amade dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî