Serokê Hevbendiya Niştimanî û Şandeya digel wî doh bi Hevrêzkarê Hevpeymana Navdewletî li dijî tiroristiyê Con Aldin û Şandyarê Emerîkî yê taybet ji bo Sûriyê Maykil Ratînî re civiya.
Şandeyê tekez kir ko Beşar Elesed û tawankariyên wî ew in sedemên pirsgirêka tundrewiyê û zêdebûna hejmara Penaberan ber bi Ewropa ve û ev dê bandorê li ser Herêmê û Cîhanê bike.
Şandeyê tekez kir ko têkbirina tiroristiyê bi şêweyek rastyeqîne, pêdiviya wê bi istiratîciyeke tekûz heye, ku sivîlan ji hovîtiya Esed û tiroristiya wî biparêze, û rewşa mirovî baş bike, evê bihêle ko têkbirina tundrewiyê bibe, û li ser çareseriyeke siyasî li hev bê kirin.
Her wiha Xoce çawaniya avakirina Herêmeke qedexekirina firîna Firokan goftugo kir, ku ew gava pêşin ya çareseriya siyasî ye. Û diyar kir ko ev bijarde kêmtirîn têwirdan e di Sûriyê de û wê alîkariyê di tunekirin yan kêmkirina têwirdana leşkerî ya dûrdirêj û pirmestef bike.
Her wiha Xoce û şandeya digel wî li civîna bala ji bo têkbirina tiroristiyê ko Barak Obama Serokê Emerîka serpereştiya wê dike amade bû. Û behsa Tundrewiyê û bandora wê li ser cihanê û di serî de rêkxistina Daiş hat kirin, û hewcedariya hevkariyeke navdewletî ji bo beraberiya vê metirsiyê.
Serokê Hevbendiyê û şandeya digel wî di serdana xwe de ya Niyoyorkê Îro Çarşemê bi wezîrê derve yê Nemsa Sibastiyan Kortiz û Wezîrê derve yê Danimarkê Kirîstiyan Cînsin û wezîrê derve yê Hingaryayê Sitîvan Mîkola û wezîrê derve yê Fatîkanê Pawil Galafir re dê bicivin û li ser dawîtirîn rewşa siyasî û ya meydanî li Sûriyê biaxivin.
Her wiha Şandeya Hevbendiyê bi Şandyarê Danimarkî yê taybet bo Sûriyê Îvan Nilson û Şandyarê Birîtanî yê taybet Garit Bîlî û Balyozê Elmanya Mîgol Bîrgir re civiya.
Jêder: Hevbendî