Şandeyê Nûnertiya Desteya Danûstandinan ya Sûrî di Komîteya Destûrî de, civînek li gel Nûnerê Emrîkî James Jeffrey û tîmê wî, şeva berî gera sêyemîn a karên Komîteya Biçûk di Komîteya Destorî Sûrî de, lidar xist.
Û Şandê tekezî li ser girîngiya Komîteya Destorî wek beşekî sereke ji pirosesa siyasî ya tekûz li gorî biryara 2254 kir, û cextî li ser pêwîstiya bidestxistina pêşveçûnê di karê Komîteyê de ji bo danîna reşnivîsa makezagoneke nû ji Sûriyê re li gorî daxwazên gelê Sûriyê kir, ji ber ku ew gavek berve çareya siyasî ya temam ve ye, bo bidawîkirina derdeseriyên gelê Sûriyê.
Û Şandê tekezî li ser girîngiya çalakkirina pirosesa siyasî bitemamî li gor herçar sepetan kir, û di hundir wê de pêkanîna jîngeheke ewle û bêalî ya karibe çareya siyasî bi tevaya beşên wê cîbicî bike.
Û Şandê ronî da ser astengiyên ku gelê Sûriyê li tevaya deverên welêt rastî wan tê, nemaze di dema bêtara Korona de. û Şandê karê şopandina cîbibcîkirina cezeyan bilind nirxand, û tekez kir ku bandora wê dê li ser sivîlan û gihîştina alîkariyên mirovahî û pizîşkî ji wan re li ti deverê tune be.
Ji aliyê xwe ve, Jeffrey li ser girîngiya karê Komîteyê di hundir cîbicîkirina bi temamî ji biryara 2254 re, da karê wê di zûtirîn dem de bibe, daku zû derdeseriyên gelê Sûrî bidawî bikin axifî, û di vî warî de tekezî li ser piştgiriya tememî ji rola Netewên Yekbûyî re di rêvebirina karê Komîteyê û pirosesa siyasî bi awyekî gelemperî de kir.
Û Jeffrey bal kişand ku welatê wî giringiyê dide berdewamiya xebata li gel civaka navdewletî bo pêşdebirina pirosesa siyasî li Sûriyê, û tekezî li ser girîngiya tevlîbûna aliyên Sûrî bi awayekî cidî û berpirsyar kir, daku daxwazên gelê Sûriyê yên çaverêkirî pêk bên.
Û cext kir ku Emerîka berdewam e di karê li gorî siyaseta xwe ya niha de, ta veguhestina siyasî ya rasteqîn li Sûriyê bi destê Sûriyan pêk were.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî