Îro roja sêşemê ji aliyê şandeyeke Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, çendîn hevdîtin bi balyoz û diplomatkaran re li Enqere paytexta Tirkiyê pêkhatin, û bi wan re pêşhatên dawî yên siyasî û pêşdeçûnên pêvajoya siyasî û rewşa li ser erdê li Idlib û rojhilatê Firatê gotûbêj kirin.
Şandeya Hevbendiyê bi serokatiya cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Dîma Mûsa û endamên desteya siyasî Hewas Xelîl û Ebdulmecîd Berekat û Mihemed Dixêm, serdana balyozxaneya Belçîkayê û Urdunê û Misrê kir, tevlî serdana Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyê.
Şandeya Hevbendiyê behsa giringiya aktîvkirina prosesa siyasî kir li gorî formula daxuyaniya Cinêv û biryara 2254, û destpêkirina karê Komîsyona Makezagonê, û giringiya standina helwesteke cidî ji aliyê Netewên Yekbûyî kir ji bo rawestandina hewldanên rêjîmê û Îranê yên ji bo jikarxistina karê komîteyê, tevlî gotûbêjkirina hemû selikên destnîşankirî di danûstandinên Cinêv de.
Herwiha şandeya hevbendiyê bal kişand li ser binpêkirinên li ser peymana Idlibê ji aliyê rejîma Esed û milîsên terorîst yên Îranê, û da zanîn ku berdewamiya van binpêkirinan wê bibe encam rîskeke neyînî li ser tevaya fayilê Sûriyê.
Endamên Hevbendiya niştimanî bal kişandin ku peymana Idlibê rê vedike ji bo pêkanîna agirbesteke berfireh li seranserê welêt, û daxwaza piştgiriya navnetewî ji bo vê peymanê kir û pêkanîna fişaran li ser Rûsya, ji bo rê bigire li rejîmê li ser pêkanîna tawanên bêhtir.
Şandeyê bal kişand li ser binpêkirinên çekdarên “PYD” li dijî welatiyên sivîl li navçeyên dibin destê wê de, ligel pêwîstiya bi dubarekirina aramiya li wan navçeyan.
Şandeyê behsa rewşa mirovî ya zehmet ya koçberên kampa El-Rikban kir, ji ber dorpêçkirina li ser wan ji aliyê rejîma Esad li kampê, û herwiha karbidestên Urdunê ji bo pêşkêşkirina alîkariya mirovî han dan ji bo rê li karesateke însanî li wir bigirin.
Ji aliyê xwe ve, balyoz û diplomatkaran piştgiriya welatê xwe ji bo mafên gelê Sûriyê û bidestxistina azadî û rûmeta xwe dûpat kirin, û pêwistiya karê ji bo agirbestê û ji bo berdewamiya pêvajoya siyasî li gor beyannameya 2254 piştrast kirin, diyar kirin ku vegera penaberên Sûriyê divê bi dilxwazî û di nava atmosferekî aram û bêalî de be.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê