Welatiyên Amûdê bîranîna 58 mîn a agirê Sînema Amûdê roja Sêşemê 13-11-2018 li hola Sînemê vejandin.
Bi dehan şand û dezgeh û partî û kesayetiyên serbixwe di vê rojê de serdana Sînema Amûdê kirin, û pakrewanên wê bi bîranîn, û gurzên gula li ber pêkerê wan yê sîmbolî danîn, û mûm ji canê wan re dadan.
Ji aliyên ku serdana Sînemê kirin, şanda xwecihiya Amûdê ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS bû, û yek ji rêweresman danîna gurzek gul bi navê ENKS li ber pêkerê pakrewanên Sînemê bû.
Gotina xwecihiya Amûdê ji hêla Hindiyê Salih Nebo ve hate xwendin, têde bi firehî li ser şeva şewata Sînema Amûdê axivî, û anî ziman ku welatiyên Amûdê ji wê demê de şoreşger in, û zarokên xwe ji bo piştgiriya Şoreşa Cezariyê şandin Sînemê.
Nebo di axavtina xwe de daxwaz ji nifşê nû yên xelkên Amûdê kir, ku doza vekolîneke navdewletî di bûyera şewata Sînema Amûdê de bikin.
Tê zanîn ku di şeva 13-11-1960 nêzî 280 mendalî ji bajarê Amûdê di Sînema Şehrzad de, dema ku li Filmekî ji bo piştgiriya Şoreşa Cezair temaşe dikirin hatin şewtandin .
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê