Îro roja sêşemê 13-11-2018 di encama teqîna mayinên ku çekdarên DAIŞê li gundewarê Helebê çandibûn ,zarokekî jiyana xwe ji dest da û 3ê din jî birîndar bûn.
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku zarokê bi navê Cum’a Omer (10) salî li gundê Til Qerah bakurî bajarê Helebê di encama teqîna mayineke çandî de jiyana xwe ji dest da, herwiha 2ê zarokên din û xortek birîndar bûn ew jî ji bajarokê Ehresê bûn .
Zeyno diyar kir ku navê kesên birîndar evin: Ebdo Bekir(8) salî, Mêrvan Bekir(10)salî, her wiha xortê bi navê xwe Yosif Xelîl(24) salî û hemû ji xelkê Efrînê ne.
Her wiha bi hezaran malbat ji xelkên Efrînê di kampên PYDê de li derdora bajarê Helebê de ne.
Tê zanîn ku ta niha bi sedan welatî hatine kuştin û birîndar bûne, ji encama teqîna mayinên çandî li gundewarê Helebê.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê