Çalakvanên mafên miriovan tekez kirin ko hêzên rêjîmê bi dehan penaberên Sûrî yên ko ji Libnanê vegeriyane Sûriyê li dergehê derbasbûnê yê rojavayê Şamê girtine.
Serokê navenda Sûrî ya lêkolînên yasayî, parêzer Enwer Elbunî, di daxuyaniyekê de ji acansa Simart re duhî sêşembê got ku hêzên rêjîmê bêtir ji 20 penaberên Sûrî di rojên bûrî de girtine, û Elbunî got: Hêzên rêjîmê kaxezên fermî yên kesayetî ji girtiyan standine û ew ber bi şaxên ewlehiyê ve şandine bi behaneya ko ew ji bo leşkeriya neçar ya yedek xwestî ne, tev ko ew li gora peymana lihevhatinê vegeriyane, ko ji wan re bi kêmanî şeş meh gerek in ko kaxezên xwe amade bikin.
Elbunî dazanîn ko hin aliyên ewlekariya Libnanî destê wan di neçarkirina vegera penaberên Sûriyê ji bo welatê wan heye, ew jî di rêya îmzekirina wan li ser hin rûpelan bi hinceta serjimêriyê, û piştre ji wan re hate xuyakirin ku ew biryarên vegerandinê bûn, li gor hin lihevhatinan ligel rejîmê ko mehek moleta barkrinê dane wan.
Hevdem, Rojnameya Elmudin ya elikitronî amaje bi wê yekêkir ko hêzên rejîmê piştî vegera wan hin awareyên Sûrî girtin, ew jî li ser rêya Cidêdit Yabûs Elmesne, rojnameya navborî ev yek jî anî ziman ko piştî derbasbûna penaberan ji xaka Sûriyê re, û bidawîhatina televizyona rejîmê ji romalkirina vê prosêsê re, dewriyeke hevbeş ya ewlekariya leşkerî û ewlekariya asîmanî her sê basên ku ew penaber veduguhestin dane rawestandin, û piştî pişkinînê wê dewriya navborî daxwazji 20 ciwanan kir ku ji basan dakevin û li basa dewriya hevbeş siwarên.
Rejîma Esed di 9ê meha derbasbûyî de lêborînek derxistibû,ko li gor wê biryarê her kesê ku ji leşkeriyê reviya be çi li hundir û çi ji derve û li gor yasaya sizayên leşkerî tê efûkirin, lê hêzên ewlekariyê van biryaran bicih nakin.
Navenda Sûrî ya lêkolînên yasayî bi serokatiya Enwer Elbunî, rêxistineke sivîl e û guhdanê li pirsên mafên mirovan dike, û di destpêka sala 2004an de hatiye damezirandin ku navenda wê li Şamê ye û endamên wê grûpek ji parêzer û çalakvanên di warê mafên mirovan de ne, û di destpêka sala 2015an de li Almaniya hatiye tomarkirin.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê/Hin Ajans