Kombenda Girtî û Windayên Zindana Sêdnaya, rijêma Esed di ber mirina girtiyê siyasî Îsam Refet Şirêhî (Ebo Refet) yê ku di zindana Şamê ya navendî a bi navê Edra piştî têkçûna rewşa wî ya tenduristî berpisyar dît.
Û Kombendê got ku Refet Şraîhî yê ku ji xelkê gundê Cebata Elxeşeb yê bi ser parêzgeha Quneytrayê ve ye, di sala 1964an de li bajarê Humsê ji dayik bûye û duh Yekşemî 18ê Îlona 2022an piştî derbasbûna 24 salan di ser zindankirina wî re jiyana xwe ji dest da.
Û Kombendê cext kir ku rijêma Esed tevaya berpirsyaretiyê hildigre, ji ber ku hemû daxwazên ku pêşkêşî rêvebiriya zîndanê bibûn ji bo vegerandina dadgehkirinê yan jî kêmkirina çaryekê ji dema zîndankirinê red kir, û bi dirêjiya salên bûrî navê wî di ti komîteyêm lêborînê de nehat.
Û Kombendê bal kişand ser ku asayîşîn rijêma Esed di sala 1998an de Şraihî ji cihê wî yê kar li taxa Rukn Edîn li paytexta Şamê girtibû, û ew tûşî îşkenceyên giran bibû, û ji ber wê yekê birînên curbicur di pişt û lingên wî de çêbibûn.
Û Komeleya Girtî û Windayên Zindana Sêdnaya anî bîra saziyên mafnasî yên xwecihî û navdewletî, ku rewşa Şirêhî yek ji rewşa hejmarek mezin ji kesên dîtir ên ku Kombendê belge kirine ye, û diyar kir ku girtiyên siyasî ji sedsala bûrî ve têne jibîrkirî, bêyî ku tuhmetbarkirina eşkere dijî wan bê kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî