Pênc saziyên girêdayî Netewên Yekbûyî duh pêncşemê, daxwaza dirêjkirina mîkanîzma alîkariyan di xalên sînorî re bo Sûriyê ji Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî kirin, û daxwiyaniya rêxistinan daxwaza nûkirina biryara ku rê dide berdewamiya alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re bo 12 heyvên dîtir kir.
Û di daxwiyaniya sazxiyan de hat: “Piştî kêmtir ji heyvekê, dê karspartina biryara Encumena Ewlekariyê yaku rê dide Netewên Yekbûyî û hevbeşên wê yên cîbicîkar ên ku alîkariyên mirovahî yên jiyanê li bakurê rojavayê Sûriyê rizgar dikin û wan alîkariyan di riya xalên sînorî re pêşkêş dikin, bidawî bibe.”
Û daxwiyaniyê got: “Ev karspartin sebaret jiyana 4.1 milyon kesên dorpêçkirî li bakur-ojavayê Sûriyê giring û vebir e, ji ber ku bêhtirê wan jiyana xwe dispêrin alîkariyên mirovahî daku zindî bimînin, nemaze kesên derbider.”
Û daxwiyaniya saziyan got: “Derdora 80 ji sedî ji hewcedaran jin û zarok in, û bêhtir ji 3,2 milyon kesî derdeseriya tunebûna ewlehiya xwarinê dikşînin, û hewcedarên alîkariyên xwarinê ne.”
Û berê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniyekê de tekez kiribû ku alîkariyên mirovahî yên navdewletî yên ji gelê Sûriyê re têne pêşkêşkirin, tiştekî pêwîst e, û bêyî wan alîkariyan nabe, çi li Sûriyê be, an li dewletên derdorê be, û got ku hejmara sûriyên ku jiyana xwe dispêrin alîkariyên mirovahî li gorî serhejmariyên navdewletî 14.6 milyon Sûrî ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî