Endamê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Corg Sebra, dazanîn ku wek tê xuyakirin ji rojeva gotubêjan, sazan û hevdengiyek navdewletî ya mezin derbarê mijara çareseriya siyasî li Sûriyê heye, û cext kir ku pirsa çûna Esed sebaret opozisyonê êdî ne cihê gotubêjkirinê ye.
Sebra yê ku niha cîgirê şanda danustandinkar e, bal kişand ku Mosko hêdîhêdî hevdeng dibe digel Waşinton li ser çareseriya siyasî û pirsa çûna Esed.
Di heman demê de diplomtakarekî Amerîkî tekez kir ku Ajansa Hawalgeriya Navendî ya Amerîka (CIA), di destpêka adara vê salê de, serdana Mosko kiriye, û piroseya veguhestina siyasî li Sûriyê hatiye gengeşekirin.
Ev yek hat piştrastkirin piştî ku Mosko ev serdana nehênî ragihand, û herwiha her pêwendiyeke vê serdanê digel biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê dûrxist.
Jêder: El’erebiyê