Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û desteya bilind ya danûstandinan Corc Sebra, tekez kir,” ku Şanda Desteyê bêyî çêkirina komîteyên çavdêriyê, da ku kesên agirbestê binpê bikin bên sizakirin, her weha bêyî temamkirina doseya mirovahî, û bi taybetî cîbecîkirina bendên 12û 13û 14 ji biryara Encûmena Ewlekariyê venagere danûstandinan “.
Û Sebra bi xurtî tekez kir ku daxwaz ewe” danîna ecindeyên zelal ku gavên veguhestina siyasî bidin nîşankirin, ya ku çênabe dûrî desteya desthiladariya veguhêz be, lê bi mercê ku Dîmestora demek diyarkirî ji wan ecindeyan re deyne”.
Û weha jî got:”me ji kesên ku di civînê de hazir bibûn re, rastiyên zelal wek ku li ser erdê dibin diyar kirin, û me tekez kir ku daxuyanî û biryar bê cîbecîkirina wan bê sûde ne, û divê Karin piratîk yên ku garantiya mana agirbestê bikin li ser erdê bibn.
Jêder: Hevbendî + Elşerq Elewset