Vekolînerên Navdewletî yên ko vekolînê di tawankariyên cengê de li Sûriyê dikin, ji dewletên ko piştgiriya operasiyona siyasî li Sûriyê dikin daxwaz kirin ko nehêlin êrîş li ser nexweşxanan bên kirin, di heman çaxê ko firokên Esed bajarê Helebê û Gundewarê wê amanc dikin, û çendîn şehîd û birîndar li pey xwe hiştine.
Komîta vekolînê ya bi ser Netewên Yekbûyî ve, got ko giring e dewletên ko dixwazin çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re bibînin, garantiya parastina sivîlan bikin hem jî got ko “bombebarana asmanî û ya zemînî û ya mûşekan bi xurtî di êrîşên dawî de li ser armancine sivîl bikar dihatin.”
Serokê Komîtê Pawlo Bînîro got “kesên rêzgirtinê li yasayên cengê negirin divê bên sizakirin.”
Firokên cengê îro danê sibehê êrîşine nû birin ser herêmên Gundewarê Helebê yê başûr, di encamê de 10 kes hatine kuştin û hinek birîndar bûne, piştî rojekê ji dubarekirina êrîşên asmanî li ser taxên bajêr û Gundewarê wî.
Çalakvan û dîdevanan li Helebê gotin ku firokên cengê dîsa bajarokê Xan Toman amanc kirin, doh jî çendîn Herêm li gundewarê Helebê yê başûr û rojava ketin ber êrîşên asmanî, û hejimara êrîşan giha 75 an, her wiha firokên cengê taxa Qatirçî û Kerem Elcebel yên li Bajarê Helebê armanc kirin, tev ko “Rewşa Aramiyê” sê rojan hatiye dirêjkirin, û ji şeva duşemb-sêşembê de dest pê dike.
Jêder: Elerebî Elcedîd