9ê heyva gulanê, şandeyek ji encûmena xwecihî ya Berlînê û rojhilata Almaniya ya ENKS’ê, ya ji Husên Mihemed serokê encûmenê û Jiyan Omer endamê encûmenê pêk dihat, hevdîtinek digel “Nîna horî” berpirsa fayîlê Sûriyê di wezareta derve ya Almaniya de kirin, di hevdîtinê de şanda Encûmenê behsa siyastên zordarî yên PYD’ê û çekdarên wê li dijî gelê kurd li Sûriyê kir, ji girtina çalakvanên siyasî û daxistin û şewtandina hejmarek ji nivîsîngehên ENKS’ê û yên partiyan, û girtina ciwanan û leşkerkirina zarokên kêmî 18 salan û tevlîkirina wan di nav rêzên mîlîşên çekdarî, û bêrêzî û gefxwarinên rojane dijî serkirdeyên Encûmenê,tevî rewşa abûrî ya xirab ya miletê kurd li sûriyê têde dijî, ku ev kiryarên PYD’ê bi awayekî mezin bûn fakter ji bona valakirina navçeyên kurdan ji nişteciyên kurd li Sûriyê, û şandeyê nameyek fermî bi navê nûnerayetiya ENKS’ê li Ewropa, derbarê van kiryar û binpêkirinên PYD’ê, radestî wezareta derve ya Almeniya kir.
Li aliyek din, şanda ENKS’ê daxwaza gihandina alîkariyan bo navçeyên dorpêçkirî kir, û nemaze herêma Efrînê.
Hêjayê gotinê ye ku xwecihiya ENKS’ê ya Berlîn û rojhilata Almaniya, di heman mebestê, xwepêşandanek li pêş balyozxaneya Amerîka li Berlînê li dar xistibû ji bona şermezarkirina siyasetên zordestî yên PYD’ê û çekdarên wê li dijî gelê kurd li Sûriyê , û li dijî serkirdayetiya siyasî ya ENKS’ê.
Jêder: Nûnerayetiya ENKS’ê li Oropa