Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Corc Sebra, dibîne ko tiştê Esed li derdora Şamê û li Taxa Elweer dike “Rêbazeke dabeşkirina kirêt e”, Rêjîma Esed li pêş çavên civaka navdewletî planeke Îranî cîbicî dike, û hin niştecihan bi hinên din diguherîne.
Sebra destnîşan kir ko Beşar Elesed bi xwe rê li ber evê operasiyonê vekir, gava got Hevwelatî ne ko yê li ser xaka Sûriyê çêbûye û malek wî navbera goristanên bavûkalên wî ji hezarên salan de heye , lê Hevwelatî ew yê ko berevaniyê di ber Rêjîmê de bike.
Bêtir got: “Ev Rêbazeke dabeşkirinê ya diyar e, ji Taxên Humsê yên kevin dest pê kir di pey re giha herêmên kemera Şamê, li Dareya û Mûademiyê û îro roj li taxa Elweer pêk tê, çimkî Sûriya sûdemend ê ne sûdemend be eger fitneyeke mezhebî ya nû tê de neçîne. ”
Sebra tekez kir ko Rêjîma Esed li ser rêbaza guherîna dîmugrafî li Sûriyê diçe, çimkî kontrolkirina Sûriyê ji dest wî derketiye, her wiha parêzvanên wî Îran û Rûsya di vegera serdestiya wî de bêhêvî bûne.
Sebra diyar kir ko Îranî û Rûsî dixwazin herêmine destnîşankirî kontrol bikin, û di pey re Sûriya sûdemend ya ko Esed ew ragihandiye ji Şamê bibal Humsê û Elqisêr û Perava Sûriyê pêk bînin, û ew planeke diyar e. Ew bi piştgiriya Rûs û Îraniyan bi evê planê radibe, ko ew jî dixwazin korîdorek wan di Sûriyê re hebe û bargehên xwe li Libnan û Îraqê biparêzin.
Sebra dibîne ko operasiyona koçkirina mezhebî ya ko Rêjîm cîbicî dike”tawankariyek e li dijî mirovantiyê û binpêkirina yasaya navdewletî ya mirovî ye, û hem binplkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê yên bi mijara Sûriyê ve têkildar in, û tunekirina operasiyona siyasî ye û ew dê şerê mezhebî çê bike û Ewlekariya herêmê bi giştî têk dibe.” Mixabiniya xwe anî ziman ko ew operasiyon bi agahdariya Netewên Yekbûyî dibe û di nav bizavên navdewletî yên ko di çarçoveya parçekirina Sûriyê de ne.
Jêder: Hevbendî+Eljazîre net