Rêkxistina “Human Rights Wach” bikaranîna çekên Kîmawî li dijî miletê Sûriyê pirotesto kir, û Rêkxistinê daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ko sizayên yekser pêk bîne, û dosyê ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî ve bişîne.
“Human Rights Wach” di rapoerta xwe ya doh de doz li Encûmena Ewlekariyê kir ko karûbarê komîtê nû û berfireh bike ji bo berdewamiya wê dabîn bike, di vekolînên bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê bi amanca hemû berpirsiyaran destnîşan bike, û nehêle carek din ew çek bikar werin.
Encûmena Ewlekariyê doh sêşembê civîneke girtî lidar xist da behsa rewşa têkildar bi bikaranîna çekên kîmawî ve li Sûriyê bikin. Ew jî piştî ko komîta hevbeş ya navbera Netewên Yekbûyî û Rêkxistina qedexekirina Çekên Kîmawî raportek di derbarê evê mijarê de derxist, da berpirsên ko çekên kîmawî bikar anîne li Sûriyê destnîşan bikin.
Lêkolîna hevbeş tekez kir ko Hilîkopterên Rêjîma Esed bombên dagirtî gaza kilor di du êrîşan de bi kêmanî li Gundewarê Idlib di navbera 2014an-2015an de bikar aniye. Lêkolînên “Human Rights Wach” diyar dikin ko di herdu rewşan de, encam bi xurtî destnîşan dikin ko Hêzên Rêjîma Esed heyberên kîmawî di Bermîlên teqîner de bikar anîne.
Her wiha vekolînan diyar kir ko Rêkxistina DAIŞê gaza Kibrîta Xerdelê li herêmên di bin kontrola Artêşa azad de di tebaxa 2015an bikar aniye.
Encûmena Ewlekariyê bi biryara xwe ya sala 2013an de, erê kir li ser sizakirina li gora beşê 7an ji peymana Netewên Yekbûyî, eger çekên kîmawî li Sûriyê bikar hatibin. Ew biryar piştî êrîşa Esed a Kîmawî bi gaza Sarîn li ser Gota Şamê û bi sedan sivîl hatin kuştin derket.
Liwîs Şarbono Birêveberê Netewên Yekbûyî yê rêkxistina “Human Rights Wach” got: “çi behane ji Rûsya û Çînê re nîn e di danîna astengiyan de di hewldanên Encûmena Ewlekariyê de ko dixwaze sizayan di derbarê Sûriyê de feriz bike û dosya wê ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî ve bişîne. Eger pêrabûnên tund li dijî bikaranîna Rêjîma Esed ji çekên kîmawî re ya tekezkirî ye pêk neyine, dê Encûmena Ewlekariyê giringiya xwe jidest bide.”
Jêder: Hevbendî