Corc Sebra, endamê Hevbendiya Niştimanî û cêgirê serokê Desteya bilind ya danustandinan, tekez kir ku piştgiriya Tirkiyê ji hêzên artêşa azad re li Cerablosê “pêgavek erênî ye li hember dijberiya terorê û pirojeyên parçekirina Sûriyê”.
Sebra got ku armanc ji oparisyonên Cerablosê ew e”ramalîna navçeyê ji DAÎŞ e, ya ku bi karên terorîstî herdu aliyê Tirkiyê û Sûriyê xistibû di metirsiyê de”.
Li aliyek din, Ehmed Remezan endamê Hevbendiya Niştimanî cext li ser wê yekê kir ku “oparisyona mertala Feratê wê berdewam bike heta nehêlana metirsiya terorê li ser navçeyê, û wê rê nede bo her aliyekî ji aliyên terora sînorbir rabe bi dagîrkirina hin bajarên Sûriyê û avakirina zalgehên terorîst û cudaxwaz”.
Remezan got: “niha artêşa azad şer dike ji bona parastina yekparçebûna Sûriyê û dûrkirina terorê, û tê xwestin ku hîç perdeyek leşkerî yan siyasî û yan yasayî nehêt dan bo rêxistinên terorîst”.
Ku duhî roja yekşembiyê, artêşa azad û piştî şer û pevçûnan 15 gund li gundewarê Helebê standin ji destê heryek ji Hêzên Sûriya demokratîk “HSD” li başûrê Cerablosê û ji dest rêxistina DAÎŞ li rojhilatê bajarokê Elra’î.
Herwiha hêzên odeya oparisyonên “mertalên Feratê” piştî şer û pevçûnan ligel milisên (HSD) rizgarkirina gundên (Elhicac, Elxirbê, E’în Elbeyda, Ele’marinê, Nêzîk Husên, Dabis, Bîra Kosa, Bilban, Emxryir” ragihand, herwiha di boseyekî de karîn hejmarek ji çekdarên (HSD) bi dîl bigire û bikuj e li gundê Xiraf li başûrê Cerablisê, û destê xwe deynin li cebxaneyekî ji çekên sivik û navincî.
Herwiha di şer û pevçûnan de, artêşa Azad karî 6 gundan li rojhilatê Elra’î û li rojavayê Cerablosê, ji rêxistina DAÎŞ’ê bistîne, ew jî gundên: “Girsinlê, A’yaşê, Şêx ya’qûb, Palwêran, Elzahriyê, Elmidelele”, û têde rêxistina DAÎŞ’ê vekişe piştî kuştin û birîndarbûna bi dehan çeteyên wê.
Jêder: Hevbendî + Wekalat