Careke din Rûsiya ya dijiminkar, vegeriya li armanckirina Idlibê bi hejmarek ji êrîşên bi çekên li ser asta navdewletî qedexekirî ne, wek bombeyên Napalim ên sotankar û yên Fosforî, û Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, Rûsiya bi pêkanîna êrîşên tolvedana ji sivîlan tohmetbar kir.
Û hin çalakvanan gotin ku balafirin rûsî hejmarek ji êrîşên li pey hev piştî nîvê şeva duşembê pêk anîn, û bajarê Idlibê û gundewarê wî armanc kirin, di encamê de Nexweşxaneya Neştergeriyê ya Taybetmend li bajarê Idlibê ji kar ket, her weha nexweşxaneya Sercê ya li çiyayê Zawiyê, û ziyanên madî yên mezin li avahiyên neştecihan bûn.
Û her weha wan çalakvanan bal kişandin ser ku wê êrîşê Kargeha Xezil jî li hundurê bajêr armanc kir, her weha avahiyên saziyên xizmetguzariyê li Kefrunbul û Biniş û Sermîn, û bajarokê Xan Alsibil û gundê Alhamidiya li gundewarê Idlibê yê başûr.
Û serokê Hevbendiyê Enes Alabda nameyek arasteyî wezareta derve ya Girûpa Navdewletî Ya Piştgiriya Sûriyê kiribû , ji bo hişyariyê bide li ser bikaranîna rêjîma Esed û hevpeymanên wî ji çekên qedexekirî li ser asta navdewletî re, dijî sivîlan û haydarkirina ji bo komelkujiyên berdewam yên tên kirin.
Û Alabda di nameya xwe de daxwaza avêtina gavên yekser û vebir kir ji bo garantiya vekolînê di tewanên Esed û hevpeymanên wî dijî sivîlan de, û ew vekolîn divê ji aliyê navdewletî yên alaqedar tevlî Saziya Qedexekirina Çekên Kîmawî bê kirin, û mîkanîzmeke vekolîna hevbeş û komîtek vekolînan ya navdewletî hebe, û daxwaza sizakirina berpirsyarên di ber wan tewanan de kir, da careke din dubare nebin.
Jêder: Hevbendî+ Ajans