Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Corc Sebra tekez kir ko kirdeyên Rûsya diyar dikin ko ew dijmina miletê Sûrî ye, bêtir got ko ew rewaya navdewletî binpê dike û bi biryarên navdewletî pabendiyê nake.
Di gotinekê de ji acansa ‘’ Qudis press International‘’re, Sebra got ku gelê Sûrî ji mêj ve zane ko Rûsya li aliyê dijî wî radiweste, û kirdeyên Rûsya li Xûta rojhelat dike vê rastiyê diyar dikin.
Serbra got ko Rûsya ne tenê ziyanê li miletê Sûrî dike, lêbelê viyana navdewletî û biryarên Netewên yekgirtî 2401 binpê dike, berdewam kir: ji ber vê yekê kesekî Sûrî baweriyê bi Rûsya nayine.
Endamê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku ‘’ em li opozisyona Sûrî berxwedanê dijî rewşa ko Rûsya feriz kiriye dikin‘’û got: “mixabin viyana navdewletî naxwaze lingê wan cî bigirin”.
Li ser pirosesa siyasî Sebra got ku ew bipaş ve ketiye, berdewam kir û got ku tiştê li ser xakê çêdibe nakokiyeke navdewletî ye li ser parvekirina desthilatiyê li Sûriyê, her dewletek dixwaze desthilatiya xwe bêtir bike, da dema pirosesa siyasî çêbibe belgehên fişarê di dest wan de hebin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî