Lêkolîneke serbixwe ko navenda Sûrî ya serbixwe amade kiriye, diyar kir ko destê Netewên Yekgirtî di bobelata mirovî de ya ko li herêmên corbicor li Sûriyê çêbû heye, ko bi dehan sivîl bi sedema birçîbûnê û kêmbûna alavên bijîşkî şehîd ketine, û bû sedemeke sereke ko neçar bimînin dev ji herêmên xwe berdin, an peymanin sernixûzî imze bikin.
Lêkolîna ko kanala Elcisir belav kiriye got ku cîbicînekirina biryarên navdewletî yên bi karûbarê mirovî têkildar in, hişt ko rêjeya gihandina alîkariyên hawarhatinê sala 2015ê, ya pêdawîstiyên bijîşkî 3.5% be, û ya heyberên xwarinê 0.7 ji sedî derbas nekiribe, li gora ko di biryara 2258 de hatiye.
Lêkolînê tekez kir ko biryarên navdewletî yên gihandina alîkariyên xwarinê û yên bijîşkî bo herêmên dorpêçkirî, pêdiviya wan bi destûrxwestinê ji rêjîmê tune bû, tenê wê ew agahdar kiribana, û divabû parastina karwanan hatiba kirin gava di aniyên nakokiyan an rêbuhêrkên sînorî re derbas bibana.
Lêkolîna ko îro pêncşembê belav bûye got ko şandyarê navdewletî Sitîvan Dî Mistora bûye ji dêvila ko rêjîmê agahdar bike, destûrê jê dixwaze. Û bêtir got ko ev dihêle ew jî şirîkê rêjîmê be di operasiyonên birçîkirin û dorpêçkirina miletê Sûrî de, her weha bibe sedema mirina wan a bi sedema kêmbûna heyberên xwarinê û yên bijîşkî yên ko rêjîmê an nedihiştin derbas bibin an ji Barhilgiran derdixistin.
Lêkolîn pirsê dike, gelo çima Netewên Yekgirtî ji biryarên xwe paş ket pitî ko rêjîmê ew bi derbaskirina çekan di riya kamyonan re tawanbar kir.
Herêma Xûta rojhelat di rojên borî de mezintirîn operasiyona koçkirina kotekî û guhertina dîmugrafî li Sûriyê li ser destê rêjîmê û Rûsya dît, tev ko biryara 2401 ji Encûmena ewlehiyê derket ji bo rawestandina şer li ser xaka Sûriyê û bi taybetî li Xûta û derbasbûna alîkariyên mirovî bo wan kesên pêdiviya wan pê heye.
Hevbendiya Niştimanî got ko bêkêriya navdewletî ruhniya kesk bû ji rêjîmê re ji bo operasiyonên qirkirinê li Xûta rojhelat û herêmên cudacuda pêkbîne .
Rêjîm ji salan ve vî awayê birçîkirin û dorpêçkirinê li dijî sivîlan bikar tîne û tawankariyên cengê jî pêk tîne, lewra Hevbendiya Niştimanî daxwaza veguhestina doseya Sûriyê bo Dadgeha Tewankariyên Navdewletî kir ji bo sizakirina hemî tewankaran.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî