Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad Sêf bi xweşhalî pêşewazî li ragihandina dawiyê ya lotkeya Erebî Îslamî- Amerîka ya li Riyad kir, û tekezî li ser giringiya dijberiya tundrewiyê û terorê kir, û li pêşiyê dijberiya rêxistinên DAIŞ û Hizibulah û Elqai’îdê, û rijêma Esed û milîsên terorist yên Îranê.
Sêf îro roja duşemê di daxuyaniyekê de bal kişand ku Îran li pişt dirustkirina rêxistinên terorist li navçeyê radiwest e, ji bo piştgiriya rijêma Esed ya tawankar û herwiha bi piştgiriya milîsên mezhebperist li Îraq û Libnan û Yemenê radibe.
Sêf diyar kir ku rola Îranê ya di Sûriyê de bû sedema kuştina bi sedhezarên sivîlan û koçberkirina bi milyonan ji xelkê ber bi welatên penageh, û got: ku “Îran xudankerê terorê ye û pêwîst e hemû dewlet dijberiya wê bikin û ew bête dorpêçkirin“.
Sêf hêviyên xwe nîşan dan li hember ku biryarên lotekeya Riyad bibin kar û kiryar, û rûbirûbûna milîsên Îranê bête kirin û wan ji Sûriyê û welatên din derxin, û bal kişand ku ” dîtir diyaloga ligel wan milîsan wek rêbaza serokê berê Barak Obama bêhûde ye, û pêwîst e riftar bi tundî ligel wan bibe“.
Herwiha Sêf tekez kir ku serdana serokê Amerîka Doland Tiramp li navçeyê “serdanek dîrokî bû û ji bo rêkupêkirina mijarên serekî yê navçeyê û dubare vegerandina seqamgeriyê“.
Serokê Hevbendiya Niştimanî balkişand ku artêşa azad hevparekî rasteqîn e bo sercem hêzên dijberî terorê, û got ku şoreşger li heman astê dijî rêxistina DAIŞ û Elqaîdê û rijêma Esed û milîsên mezhebperist yên Îranê derdikevin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî