Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf, îro çarşembê, digel serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan civiya.
Ew hevdîtin di beşdarbûna Sêf di ahengên fermî yên “cejna serkeftinê” de li paytexta Tirkiyê, Enqere, pêk hat, ew beşdarbûna bi vexwendineke fermî ji serokê Tirkiyê bû.
Sêf pîrozbahî ji serokê Tirkiyê û hemû miletê wê re sebaret cejna serkeftinê pêşkêş kir, û tekezî li ser kûrahiya peywendiyan di navbera herdu miletên Sûrî û Tirkî kir, ew hevgirtina ko birayên Tirk li Tirkiyê bi pêşwazîkirina nêzîk 3 milyon penaberên ko neçar ji ber tiroristiya çeteyên Esed reviyane diyar kir.
Sêf got ku Tirkiya giringtirîn piştgirê miletê Sûriyê ye, û ya herî diyar e di piştgiriya şoreşa Sûriyê de tako azadî û rûmeta xwe bidest bixe û ji rêjîma Esed ya dîktator rizgar bibe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî