Rojnameya ” The Times” raportek ji aliyê peyamnêrê xwe li Beyrûtê, Rîtşard Sibnsir, li ser rewşa sivîlên dorpêçkirî li Reqê belav kir, têde gotiye: ” xelk giyê dixwin, û hîç kes guh nade termên li kolanên bajêr belavbûyî ne“.
Raportê şerê Reqê bi dirinedtirîn şer li nav şerên li bajarên navçeyê li vê havînê dibin li qelem daye, û têde hatiye ku her kesekî ji Reqê bireve yekser dikeve di kampên biyabanê de, û sînor hatine girtin hevdem ligel pêşketina hêzên Rijêmê.
Raport dibêje ku cihên xwarinê di destên DAIŞ de ne, û li hîç cihekî din peyda nabe, û bal kişandiye ku kesên ji êrîşan rizgar dibin , ji ber nebûna xwarinê li ser zibl û gilîşê dijîn.
Di rojnameyê de hatiye ku ligor rêxistina “Îrûz” ya ji Londonê ya rewşa qurbaniyên sivîl dişopîne , hejmara sivîlên bi sedema êrîşên esmanî têne kuştin zêde ye ligor pêverên şer, û gotiye ku 700 kes li dawiya heftiya borî hatine kuştin.
Û ligor rêveberê (UNICEF) li Sûriyê, Firan Îkîza, ne av û ne eletrîk û nejî xwarin li bajêr nemane, ku hêjî derdora 20 hezar kesî têde dijîn, û nîvê wan zarok in.
“Times” di dawiya raporta xwe de amaje bi wê yekê dike ku hate şirovekirin ku Reqa bajarekî piçûk û biyabanî ye, û hîç giringiyeke mezin ji Reqê re nîne ji bilî ku ew yekem bajar e ketibû di destê DAIŞ de, û di raportê de hatiye ku “Reqa ji berî şoreşê de bi ramanên xwe yên azad dihat naskirin, tevî ku ew navanda hozên Ereb e li ser çemê Feratê“.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî / Erebî 21