Îro roja pêncşemê li baregeha Yekîtiya Ewropî, serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf û serokê hikûmeta demkî Cewad Ebû Heteb û şanda desteya siyasî, ligel komîta alîkariyên mirovî û parastina sivîlan li Biroksilê civiya.
Sêf tekez kir ku kiryarên koçberkirina neçarî yên li ser destê hêzên Esed bi armanca guhertina demografîk dibin, ew ligor yasa navdewletî wek “tawanên şer” tên dîtin, û cext li ser giringiya standina rêşûnên ji bo hêsankirina vegera koçberên neçar kir, da ligor mercên mirovî yên durust li cih û warên xwe vegerin.
Sêf bal kişand li ser giringiya standina rêşûnan ji bo nehiştina encamdana bobelatên mirovî di dema rizgarkirina Reqa de, û cext kir ku jinavbirina terorê bi rêka jinavbirina rijêma Esed e, ya ku sedema sereke ye ji hebûna terorê re.
Ji aliyê xwe ve, Can Liwîs Dîbrawr berpirsê karubarê parastina sivîlan û alîkariyên mirovî tekezî li ser hevkariyê ligel Hevbendiya Niştimanî û hikûmeta demkî di qonaxa bê de kir, û bal kişand ser giringiya pêkanîna hevdîtinên berdewam di navbera herdu aliyan de.
Hêjayê gotinê ye ku şanda desteya siyasî tevî serokê Hevbendiyê û serokê hikûmeta demkî, ji endamên desteya siyasî Enes Elebdulah, Hadî Elbehra, Hewas Xelîl û endama desteya giştî ya Hevbendiyê Ruba Hebûş pêk hatibû.
Herwiha mamoste Riyad Sêf, sibe roja înê, wê ligel nûnera bilind ya Yekîtiya Ewropî ya karubarên siyaseta derve û ewlehiyê Fîdrîka Morgînî kom bicive, ji bo gengeşekirina rewşa Sûriyê û piştgiriya Yekîtiya Ewropa ji opozisyonê û hikûmeta demkî re.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî